Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Indianayê ya Amerîkayê di êrişeke bi çekan de 2 kes mirin û êrişkar hat kuştin.
Li bajarê Elkhartê yê eyaleta Indianayê li marketekê êrişeke bi çekan çêbû.
Di êrişê de 2 kes mirin û êrişkar jî hat kuştin.
Dan Milaneseyê ku rayedarekî polîsan e daxuyanî da û got:
"Dema tiştekî wiha karesatwarî diqewime, em nikarin êşa ku civaka me tê re derbas dibe bi gotinan rave bikin."
Li rexê din, hat zanîn ku di êrişê de 2 polîs jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse