Îsraîlê êrişî Hemayê kir: Kuştî û birîndar hene

09-09-2024
Nîşan Îsraîl Hema Êriş Kuştî Birîndar Sivîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Mesyafê yê li çoltera parêzgeha Hemayê yê Sûriyeyê di êrişê Îsraîlê de 14 kes hatin kuştin û 43 kes birîndar bûn.

Medyaya Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku êriş bi mûşekan hatiye kirin û kuştî û birîndar sivîl in.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Niştimanî ya Mesyafê Feysel Heyder da zanîn ku di vê êrişê de 14 kes mirine û 43 kes birîndar bûne.

Feysel Heyder diyar kir ku birînên 6 birîndaran xedar in.

Parêzgarê Hemayê Meen Ebûd jî seriyek da birîndaran û rewş li nexweşxaneyê şopand.

SANAyê ragihand, piştî êrişa Îsraîlê şewatek jî derketiye û hewl tê dayîn agir were vemirandin.

Li hêla din, SANAyê wêneyên terman û hinek birîndaran belav kirin.

Êrişî baregehên leşkerî hat kirin

Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê jî ji SANAyê re eşkere kir ku Îsraîlê şeva borî êrişî hinek baregehên leşkerî yên li naverasta Sûriyeyê kiriye. 

Li gorî wan çavkaniyan, di van êrişan de jî 3 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst