Li Rotterdamê êrişa bi kêrê: Kuştî û birîndar hene

3 demjimêr berê
Nîşan Rotterdam Holenda Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Rotterdamê yê Holendayê di êrişeke bi kêrê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Polîsê Holendayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êriş li derdora Pira Erasmusê pêk hatiye.

Birînên wî xedar in

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de kesek hatiye kuştin û kesek jî hatiye birîndarkirin ku birînên wî xedar in.

Polîsê Holendayê destnîşan kir ku êrişkar jî birîndar bûye û hatiye desteserkirin.

Polîs daxuyand ku birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.

Medyaya cihî jî amaje pê dike ku êrişkar li derdora Pira Erasmusê xelk ketober daye ber kêran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst