Stephane Dujarric: Banga Ocalan bi rastî çirûskeke hêviyê ye

27-02-2025
Sinan Tunçdemir
Stephane Dujarric /Wêne: Rûdaw
Stephane Dujarric /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Abdullah Ocalan Bang PKK Tirkiye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser banga Ocalan got, "Tişta ku ez dikarim ji we re bibêjim ev e ku ji bo me, ev bi rastî çirûskeke hêviyê pêşkêş dike."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser banga Ocalan got:

"Bi baweriya min me hemûyan jî raportên ku ji Tirkiye hatin dît derbarê Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê Abdullah Ocalan û peyama wî ya ku tê de bang li şervanên xwe dike ku dev ji çekan berdin û PKK jî fexih bikin.

Sekreterê Giştî pêşwazî li vê pêşveçûna girîng dike. Ev nîşana ronahiya hêviyekî ye ku wê bibe rêbaziya çareseriya nakokiyek demdirêj."

Her wiha Stephane Dujarric der barê heman mijarê bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr

Rudaw: Spas Ezbenî, we behs kir ku serokê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Apdullah Ocalan îro bangekê kir ku bila PKK dev ji çekan berdin û xwe jî belav bikin. Wekî ku tê zanîn ev 40 sale ev şer di navbera dewleta Tirk û PKKyê de didome û yek ji pirsgirêkên herî mezin a Rojhilata Navîn e. Û we got, Sekreterê Giştî pêşwazî li vê pêşveçûna nû dike. Gelo ew dê di pêvajoyê de eleqedar bibe, mebesta min ev e ku çavdêriya muzakereyê dê bike yan jî ew dikarin rolek bilîz in?

Stephane Dujarric: Wekî hûn jî dizanin ev nûçe berî çend demjimêran berê hat. Em çavdêriya rewşê dikin. Em hewl didin ku, bêgûman zêdetir hurgili bi dest bixin li ser gavên ku wê piştra werin avêtin. Tişta ku ez dikarim ji we re bibêjim ev e ku ji bo me, ev bi rastî çirûskeke hêviyê pêşkêş dike di nav pirsgirêkekî de, wekî ku hûn jî dizanin, ev pirsgirêk demek dirêj e berdewam dike ku tê de gelek sivîlan êş kişandine û berdêla herî mezin sivîlan dane. Berê jî û wek îro jî, ti rolek ji Sekreterê Giştî nehatiye xwestin, lê di her dem û her rewşê de Sekreterê Giştî her tim amade ye eger hemû alî û partî tiştêk ji wî daxwaz bikin ku bila alîkarî bike.

Rudaw: Bi baweriya we ev danûstandin dê alîkarî bike ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyê di navbera artêşa Tirkiye û HSD?

Stephane Dujarric: Bifikirin, wekî we got, ev bûyer û nûçeyeke pir girîng e ku îro me wergirt. Ez difikirim ku divê em ji dema xwe ya niha zêde pêşve neçin. Ez wisa difikirim ku her tişt, li her herêmê pêwîst e ku di van rojan de bi rê ve biçe lê divê di roj û dema xwe de bi rê ve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst