Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç got, “Axir Ocalan dibêje dev ji daxwazên mafên çandî jî berdin.”
Bulent Arinç li ser fermîbûna Kurdî wiha axivî: “Yanî tenê di meseleya zimên de, Kurdî wekî zimanê fermî... bikaranîna wê wekî zimanê fermî, îro ne qebûlkirî ye. Qebûlkirina wê jî ne mumkin.”
Arinç da zanîn ku şerê PKK û Tirkiyeyê bûye sedema xisarên mezin û got, “Di van 40 salan de nêzî 100 hezar kesî li Tirkiyeyê bi her awayî canê xwe ji dest daye.
Em gihîştine xalekê ku du bira ji yek malbatê, yek ji wan leşker e û guleyan berdide terorê, yê din jî li çiyê ye û guleyan berdide wî. Ev dîrokeke reş a Tirkiyeyê ye. Kesên ku ev rewş afirandin, berpirsiyariya mezin dikeve ser milên wan.”
Wî banga Abdullah Ocalan a ji bo çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê wiha nirxand:
“Peyama Ocalan ku bi rêya hevalên wî li Stenbolê hat dayîn pir girîng e. Mirov dikare wê wekî destpêkeke erênî qebûl bike lê pendeke li Anadolê heye dibêje: Yê ku devê wî bi şîr şewitîbe, pif dike çeqilmast jî.
Ocalan li wir dibêje: Êdî ez we fesix dikim. Hûn jî kongreya xwe li dar bixin çimkî siyasetên ku me heta niha meşandine bê encam bûn. Daxwazên me bê encam bûn. Tenê bi rêya demokratîk em dikarin daxwazên xwe yên demokratîk bi dest bixin.”
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç pirsên Mihemed Îzedîn bersivandin:
Rûdaw: Birêz Bulent, hûn bi xêr hatin.
Bulent Arinç: Gelekî spas.
Rûdaw: Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim. Banga çaverêkirî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Wek hûn dizanin, pêvajoyek li Tirkiyeyê heye. Berê jî pêvajo û bipêşketinek hebû. Nirxandinên we derbarê vê bangê û bi giştî ji bo vê pêvajoyê çi ne?
Bulent Arinç: Belê, wek te destnîşan kir, çaverêkirina peyamekê hebû û her kesî li ser vê diaxivî, ji siyasetmedar, rojnameger û hemû kesên ku li ser vê mijarê lêkolînê dikin. Li vir jî axaftin û guftûgo li ser vê yekê hatin kirin.
Birêz Nêçîrvan Barzanî û hevalên din ên li hikûmetê nêrîneke erênî li ser rewşê nîşan da. Divê ez bi awayekî cuda lê binêrim. Post û erkên min ên taybet hebûn. Di serdema serokatiya min a Parlamentoya Tirkiyeyê û serdema alîkarê serokwezîr de ez beşdarî pêvajoya çareseriyê ya salên 2009-2015an a Tirkiyeyê bûm. Ez bi xwe di nav bûyeran de jiyam.
Di nav erkên min ên li hikûmetê de, min serokatiya Desteya Bilind a Têkoşîna li Dijî Terorê jî dikir. Anku ez nêzîkî hemû mijaran, operasyonan, karên vê rêxistinê, sûcên wan ên li hundir û derveyî Tirkiyeyê bûm. Eger em êrişa Eruhê (Dihê) ya sala 1984an wekî destpêka damezrandina PKKyê bihesibînin, naxwe 40 sal derbas bûne.
Di van 40 salan de nêzî 100 hezar kesî li Tirkiyeyê bi her awayî canê xwe ji dest daye. Em kesên ku ji aliyê dewlet û milet ve bûn bi awayekî din bi nav dikin, lê rêxistinê jî bê guman zerereke mezin dîtiye. Ew jî li cem me heman kes in, zarokên heman malbatan in ku guleyan li hev didin.
Em li aliyê dewletê ne çimkî em li dijî terorê têkoşînê dikin. Teror tê wateya kuştina neheq a xelkê bi zorê û tundiyê, ziyanpêgihandina xelkê ye. Mal hatin şewitandin, xelk neçar man koç bikin, mirovên oldar, zarok û jin hatin kuştin. Mamoste şehîd ketin. Me ev hemû dîtine.
Em gihîştine xalekê ku du bira ji yek malbatê, yek ji wan leşker e û guleyan berdide terorê, yê din jî li çiyê ye û guleyan berdide wî. Ev dîrokeke reş a Tirkiyeyê ye. Kesên ku ev rewş afirandin, berpirsiyariya mezin dikeve ser milên wan.
Ocalan di sala 1999an de hat girtin û anîn Tirkiyeyê û niha 25 sal in wekî mehkûmekî bi girtina heta-hetayî ya giran li Îmraliyê dijî. Bi derbasbûna demê, hewldanên zêde û çalakiyên bi niyeta pak hebûn ji bo dawîanîna li vê pêvajoyê, ango dawîanîna li terorê lê em rastî xayîntiya rêxistina terorîst hatin. Wan şert danîn ji bo berdewamiya xwînrijandinê û bicihanîna daxwazên wan ên curbicur.
Bi danîna van hemûyan li aliyekî, ez dibêjim ku peyama Ocalan ku bi rêya hevalên wî li Stenbolê hat dayîn pir girîng e. Mirov dikare wê wekî destpêkeke erênî qebûl bike, lê pendeke li Anadolê heye dibêje: Yê ku devê wî bi şîr şewitîbe, pif dike çeqilmast jî.
Bi baweriya min, ev ji ya berê cuda ye çimkî rewş guherine. Di nav rêxistinê de be yan jî li herêma me, li Tirkiyeyê jî bi heman awayî. Ne tenê ev, mercên demokratîk li Tirkiyeyê jî guherîne, piştî bûyerên Sûriyeyê û bi bûyerên Îraqê jî em dibînin ku rewş bi awayekî pir cuda hat guherandin. Loma di vê rewşê de, fesixkirina rêxistinê ji aliyê wê ve û danîna çekan, gaveke pir erênî dibe.
Niha Ocalan bi derbirîneke pir zelal -beyanname jî li ba min e eger pêwîst be ez ê binirxînim- Ocalan li wir dibêje: Êdî ez we fesix dikim. Hûn jî kongreya xwe li dar bixin çimkî siyasetên ku me heta niha meşandine bê encam bûn. Daxwazên me bê encam bûn. Tenê bi rêya demokratîk em dikarin daxwazên xwe yên demokratîk bi dest bixin, bi xurtkirina demokrasiyê di komarê de. Em bi kelecan li benda bersiva rêxistinê ne.
Rûdaw: Wekî siyasetmedarekî bi tecrube, hûn bawer dikin ku ew çekan datînin?
Bulent Arinç: Li hundirê Tirkiyeyê, rêxistin êdî ew qasî ne bihêz e. Rêxistinê endamên xwe ji dest dane û hejmara wan pir kêm bûye, her wiha hêza wê ya çekdarî lawaz bûye lê rêxistinê hemû hêza xwe daye jinûavakirina xwe li derveyî Tirkiyeyê. Loma em hetanî radeyeke zêde çaverê dikin ku çekan deynin an biryara rawestandina çalakiyên çekdarî li dijî Tirkiyeyê bidin. Ango bê guman dê vê bikin.
Lê eger biryar bidin ku “Em hêzên xwe hîn jî li Sûriye û Îraqê bi rêya rêxistinên nû diparêzin", diyar e ev ne ew biryar e ku em çaverê dikin an qet nebe ne biryarek e ku em hêvî dikin çimkî pêwîst e ku ev pirsgirêk bi hev re were çareserkirin.
Duyem, bê guman ez ne piştrast im ku rêxistin dikare bi tenê biryarê bide yan na çimkî hin dewlet û rêxistin hevdem vî karî bi rê ve dibin. Loma divê mekanîzmayek hebe ku ew jî bandorê li ser bikin. Em dê vê bi çaverêkirin û derbasbûna demê bibînin lê min heta niha ti bersiv ji serkirdayetiya bilind a rêxistinê li Qendîlê nebihîstiye lê yek bi yek ji daxuyaniyên wan ên berê... Eger tu li daxuyaniyên Cemîl Bayik binêrî yan Karayilan an daxuyaniyên Karasu, her yek ji wan xwe wekî lîder dibîne. Anku ev gotinên wan bersivên erênî nabin lê helwesta wan li hemberî vê beyannameya giran pir girîng e çimkî Ocalan damezirênerê vê rêxistinê ye û hîn jî nasnavê rêber hildigire.
Ev gotina wan e. Em ti tiştekî ji van qebûl nakin çimkî pêwîst nake ku em nasnavekî peyda bikin ji bo serokên rêxistinekê ku em wê wekî rêxistineke terorîst nas dikin lê li gel van hemûyan ez hêvî dikim, em neçar in ku hêvîdar bin çimkî piştî 40 salî ji wan gavên ku heta niha hatine avêtin, bê guman hinek encam derketine lê eger fesixkirina tevahî ya rêxistinê û danîna çekan were cîbicîkirin, ev dê serkeftineke pir mezin be.
Rûdaw: Baş e, bila em bêjin PKKyê kongreya xwe çêkir û li gorî bangê tevgeriya. Piştî vê li hundirê Tirkiyeyê, dewlet an hikûmet amade ye çi gavê ji bo Kurdan biavêje di warê siyasî û demokratîk de yan di çarçoveya mafên çandî de?
Bulent Arinç: Bi nûbûn tiştekî nabêjin, nayê gotin. Niha ti posteke min a fermî nîne lê wekî kesekî ku girîngiyê dide vê mijarê, bê guman dema ez dipirsim çi heye li pişt, li pêş, nav û derveyî vê pêvajoya ku Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) bi gotineke pir bi hêz dest pê kiriye, ez dibînim ku pir tişt nînin lê bi rêya serdanan, çavpêketinên Îmraliyê, hatina tîmê partiya DEMê ji bo vir û serdana hin deveran û hevdîtinên li gel hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, wisa xuya dike ku hin pêşketinên erênî hene lê bila ez vê bibêjim, ez li hemû gavên demokratîkkirina Tirkiyeyê, yan di nav de bûm, yan jî li pêşiya wan bûm.
Lewra bê guman hemû mafên birayên me yên Kurd li Tirkiyeyê, bi taybetî zimanê dayikê, li derveyî pênaseya destûrê, zêdetir bi wan hatiye dayîn - peyva "hatiye dayîn" zêde ye, şaş e. Ev mafekî destûrî ye. Anku ti yek ji me ji hev cuda nînin li Tirkiyeyê.
Rûdaw: Em ê herin ser mijara destûrê jî çimkî mijara ku we behs kir gelekî girîng e.
Bulent Arinç: Anku dema tu dibêjî "hemû maf", wekî nimûne... Ez berpirsiyarê TRTyê bûm. Li TRTyê kanaleke me ya televîzyonê heye berê bi navê TRT 6, niha bi navê TRT Kurdî weşana xwe dike. Ji sala 2007-2008an ve weşanê didomîne. Me ev ne wekî amûreke propagandeyê amade kir lê wekî bernameyekê ku birayên me yên Kurd di bernameyên wê de bi malbata xwe xwe di nav de bibînin û karibin hest bi çanda xwe bikin.
Ji bilî nivîsîn, axaftin... berê axaftin ne pir mumkin bû. Yanî dayik tewra bi zarokê xwe re jî di dema serdana girtîgehê de nikarîbû bi Kurdî biaxive. Tiştên ku li girtîgeha Amedê qewimîn wekî tiştên mezin û şermezar tên bîra me. Ji van hemûyan, bi demê re, bûyerek qewimî wekî şoreşeke bêdeng. Ez dikarim yek bi yek behsa wan bikim lê pirseke te heye, bila ez wê nebirim. Kerem bike.
Rûdaw: Wekî te behs kir û her kes dizane, di pêvajoya aştiyê ya berê de roleke te ya mezin hebû. Bi awayekî çalak di nav pêvajoyê de bûyî. Di dan û standinên Osloyê bi PKKyê re, di muzakereya siyasî de. Li gorî te, cudahiya di navbera vê pêvajoyê û ya wê demê de çi ye?
Bulent Arinç: Pir cudatir e. Pêvajoya wê demê bi saya hin karên rêxistina istixbarata neteweyî dest pê kir û têkilî çêbûn. Piştî vê hikûmet rasterast neçû nav pêvajoyê lê tenê hat û çûn, xwendin, têkiliyên wan bi vir re hêsan kirin. Yanî me hewl da pêvajoyekê bi rê ve bibin ku bi rêya dezgeha îstixbaratê û meclisa aqilmendan ve hat meşandin.
Di nava vê pêvajoyê de, çalakiyên çekdarî neman lê rêxistinê xerab sûd ji vê wergirt û xwe zêdetir çekdar kir û zêdetir jî hêza xwe ya çekdarî çêkir û di dawiyê de bûyerên pir xerab li Tirkiyeyê qewimîn. Bibore, ez nexweş im û carinan dikuxim. Bibore.
Pêvajoya rabirdû, niha encama wê bi şikestinê xilas bû lê di wê pêvajoyê de azadiya zêdetir a xelkê hebû çimkî ji çalakiyên çekdarî dûr bûn. Tama wê jî ceribandin. Hêvîdar im ku em di pêvajoyeke çêtir de bigihîjin wê encamê û di dawiyê de pirsgirêk ji kokê ve were çareserkirin.
Wê demê jî parlamantoyê çavdêriya pêvajoyê dikir lê komîteyek di parlamentoyê de nehat avakirin. Vê carê bêyî hewcedariya bi van, bi awayekî ku ti caran me çaverê nedikir, Devlet Bahçelî got bila ji Îmraliyê derkeve û di koma DEM Partiyê de li parlamentoyê biaxive.
Vê yekê her kes şaş hişt, tewra grûpa MHPyê li parlamentoyê bi xwe jî çimkî ev gotineke pir zehmet e û bicihanîna wê ne mumkin e. Anku kesek li girtîgeha emnî ya taybet li Îmraliyê girtî ye û wekî ku tiştek nebûye tê parlamentoyê. Ev jî qet ne mumkin e û zêdetir jî di fraksiyona partiyekê de li parlamentoyê biaxive.
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku siyasetmedarekî wekî Devlet Bahçelî bêyî hebûna zemînsaziyekê tiştekî wiha bibêje?
Bulent Arinç: Me jî wisa bawer dikir ku tiştekî dizane. Ew tiştê ku Bahçelî di paş perdeyê de dizanîbû, ew beyannameya Ocalan bû lê bêyî haziriya wî bi xwe û tenê bi wêneyekê. Dibe ku bi dengê xwe jî beyanname xwendibe. Îcar nizanim gelo hişê çêkirî tê de hatibû bikaranîn an na. Bi her halî, bi her awayî beyanameya xwendî erênî ye. Girîng ew e ku gavên pêşiya me çi bin. Loma ne baş e beriya ku tu kûrahiya avê bibînî, pantolê xwe daxî û bikeviyê, ev alî tiştê ku got kir. Niha divê çavdêrî bê kirin ku ev alî çi dike.
Ez hêvî dikim bibêjin ku me hemû operasyonên peywendîdar bi Tirkiyeyê rawestandin û niha rêxistineke ku bi vî navî hatiye avakirin, em dê nehêlin lê derbarê wê yekê ka çi bi ser rêxistinan an hebûna wan li derveyî Tirkiyeyê tê, divê em çavdêriya guhertinan bikin.
Rûdaw: Dewleta Tirkiyeyê di pêvajoya berê de gelek soz dabûn Kurdan. Di vê pêvajoyê de jî eger bigihîje encameke erênî, heman soz an tişta ku dixwazin dê bide wan?
Bulent Arinç: Ya ku da, da. Qonaxên bê yên dewlet û hikûmetê, serokkomar biryarê lê dide, lê sozeke wiha li holê nîne. Ji aliyê hember ve jî çaverêkirineke wisa nîne. Eger hûn beyannameya 27ê Sibatê bixwînin, "daxwazên me heta niha bê bersiv mane... zelal bûye ku bicihanîna wan tenê bi rêya civaka demokratîk mumkin e".
Li vir, dewlet erkek li ser milê wê ye, anku eger di mercên civaka demokratîk de kil û kêmasiyek hebe, divê dewlet wê çareser bike. Wekî nimûne eger pirsgirêkek di azadiya derbirînê de hebe, divê çareser bibe.
Rûdaw: Lê pirsa ziman?
Bulent Arinç: Meseleya ziman. Yanî tenê di meseleya zimên de, Kurdî wekî zimanê fermî... bikaranîna wê wekî zimanê fermî, îro ne qebûlkirî ye. Qebûlkirina wê jî ne mumkin e. Derbarê perwerdeyê de, li dibistanan bûye waneya bijarte. Her kes dikare bi zimanê xwe kursên fêrkirinê û hwd veke lê li dibistanan zimanê fêrkirinê li kêleka Tirkî wekî zimanê fermî...
Rûdaw: Heta niha pirsgirêkên zêde di wî warî de hene?
Bulent Arinç: Ez wê nizanim. Em bi kurtî biçin çimkî ev pir hatine behskirin. Ti daxwazeke wiha nîne. Bi taybetî xelk daxwazeke wiha nake. Em heta niha rûbirûyî daxwazên siyasî bûne. DEM bû û DTP bû, HADEP bû, HDP bû. Yanî di alfabeyê de tîp nemaye ku ev partî dîsa pê bên avakirin. Ev hin tişt in ku carna behs dikirin. Niha daxwazeke bi wî rengî nayê rojevê lê eger tê gotin hin rastî hene ku di derbirîna nasnameya xwe de, di axaftinê de, di propagandeyê de hatine bêparkirin... Eger behsa wan bê kirin dewlet ên ku guncaw in bi cih tîne û wekî maf dide lê ji bo nasnameyeke cuda, statuyeke cuda, ti daxwaz nîne.
Rûdaw: Lê derbarê mafên çandî?
Bulent Arinç: Axir Ocalan dibêje dev ji daxwazên mafên çandî jî berdin. Min hevok wiha fêm kir. Naveroka wê jî li cem min heye, eger li cem te jî heye dikarî bibêjî. Wan jî rastî dîtiye. Niha hemû mesele ev e: Çekan deynin û xwe fesix bikin. Zelal û eşkere ye. Wî got, em çaverê ne ka aliyê beramber çi dike. Piştî vê... ez bawer nakim ku plana A û plana B, piştî vê hebin. Ev ji bo Bahçelî jî rast e.
Rûdaw: Pêvajo berdewam dike û ji aliyekî din ve jî qeyûm li ser şaredariyên Kurdan tên danîn. Her wiha girtin hene. Gelo ev bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dikin?
Bulent Arinç: Eger wisa bûya ev beyanname dernediket lê aliyê beramber eger bangaşeya tiştekî wisa bike yan neke ne pirsgirêka wan e. Ez kesê yekem bûm ku li dijî qeyûman sekinîm. Dema ku Ahmet Turk 6-7 salan berê ji kar hat dûrxistin, ez dijî vê yekê bûm. Min got, ev kar pir şaş in çimkî giliyên birayên me yên Kurd hene. Ew danîna qeyûman propaganda ye lê em ê bersiva wê bidin.
Kurd dibêjin em parlamenteran hildibijêrin, hûn partiyê digirin û wan digirin. Em serokên şaredariyan hildibijêrin, hûn wan ji kar dûr dixin û qeyûman datînin. Baş e, em dê li kû dikarin siyasetê bikin?
Ev gotin hin rastiyê di wan de heye lê şaşî jî di wan de hene. Bê guman divê em mafê wan kesên ku hatine hilbijartin biparêzin lê yasa dibêje, eger dadgeh biryar bide, bi awayekî demkî ji kar tê dûrxistin û qeyûm li cihê wî tê danîn. Carna ev bûyer ji bo parêzgar dibe, carna ji bo qaymeqam dibe û ji bo postên din jî dibe.
Bila nimûneya Colemêrgê ji hilbijartinên dawî bînim. Çend salan berî hilbijartinan, hin dibêjin 10 sal, dosyayeke qanûnî hatibû vekirin, dawa gihîştibû qonaxa biryarê... Ev heval dîsa wekî berendam ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû danîn. Yanî ji daxwaznameyê û hwd bi hemû tiştan ve diyar bû ku dê bê cezakirin.
Îcar tên û dibêjin wey 10 sal ceza li ser wan sepandin. Niha derxistina wî ji karê wî li gorî yasayê mafê dewletê ye lê yek tê dibêje efendim ma çawa tu ji postê wî dûr dixî? Birayê min çima we kesekî din ku biryara dadgehê li ser wî nîne yan nayê dadgehkirin, wekî berendam danenî? Dibêjin diz ketiye malekê. Mêrik gazî dike, diz li mala min e, diz li mala min e lê, deriyê malê vekiriye, pencere vekiriye, qifl li derî nedaye. Dema xelk wisa dibîne, li mêrik hêrs dibin. Mêrik jî dibêje gelo dizê tu sûcê wî nîne? Ez nizanim ev nimûne çi qasî guncaw e, lê tu bi serhişkî vî kesî wekî berendam datînî, ku tu dizanî pirsgirêkên wî yên qanûnî hene, de berendamekî din deyne.
Binêre dema ez bi serokkomar re axivîm, got her kesek ku têkilî bi terorê ve nîne, ti dosyeya wî ya dadgehê nîne, ku ev pirsgirêk nîne, her kesek bibe berendam ku ev kêşeyên wî nînin, em qeyûm ji ti kesan re nadeynin. Wî rasterast ji min re got, min jî ji wan kesên têkildar re eynî tişt got. Baş e niha serokê şaredariyên Amedê ji postên xwe hatin dûrxistin û qaymeqam li cihê wan hatin danîn? Na. Nexwe berendamên baş li wir danîne. Berendamê baş yanî kesek ku pêşîneyên siza li ser wî nîne yan têkilî û piştgiriya wî ji bo rêxistinê nîne lê ji bo cihekî din ez nikarim vê bibêjim.
Hûn dizanin li ser Zeydan li Wanê, pêşî ji kar derxistin, pişt re komîsyona hilbijartinê ya ji sê kesan gotin na çimkî biryareke dayî yan biryareke ku li dadgeha temîzê hatibe pejirandin nebû. Niha ez bawer dikim ku pejirandin ji dadgeha temîzê derçûye û guftûgo li ser dosyeya wî dest pê kiriye.
Yanî divê em hay ji vê yekê hebin. Danîna qeyûm bo dûrxistina kesekî hilbijartî ji postê wî di çarçoveya demokratîkê de tê dîtin lê eger ji bo biryareke dadgehê ji kar tê dûrxistin, loma pêşîneyek heye.
Mijara guftûgoyê ev e. Hûn vê didin alî, lê qeyûm datînin. Anku hûn kesekî ji derveyî şaredariyê ji derve tînin û li wir bi cih dikin. Na wiha nekin lê wekî di qanûna kevn de hebû encumena şaredariyê bila kesekî ji nav xwe hilbijêre. Ew jî wekî cîgir dewam bike. Pêşniyaza qanûnekê li ser vê heye lê hikûmeta me yan dewleta me, serokkomarê me li ser vê heta niha helwesta xwe nedaye xuyakirin. Ev mijar e ku dikare li ser bê guftûgokirin.
Rûdaw: Hinekî berê me bi kurtî behsa destûrê kir. Eger PKK çekan deyne, gelo îhtimala guherîna di destûrê de zêdetir dibe, bi taybetî mijara çar madeyên yekem, mijara naskirina nasnameyê?
Bulent Arinç: Ez nikarim bibêjim erê. Di vî warî de ez bê hêvî me. Yanî eger hûn li daxuyaniyên serokkomar, daxuyaniyên Bahçelî, yan daxuyaniyên berpirsiyaran li ser vê mijarê binêrin, tiştekî wisa nîne lê çawa daxuyaniya Bahçelî li ser vê bi awayekî çaverênekirî her kes şaş hişt, li ser tiştên pêş jî her tişt imkana qewimînê heye. Bi rastî jî ez nikarim tiştekî bibêjim.
Rûdaw: Gelo ev derbirîna we bo naskirina nasnameyê jî tê bikaranîn?
Bulent Arinç: Derbarê nasnameyê de ji aliyê destûrî ve ti pirsgirêk nîne. Hûn çi dixwazin bibe? Eger mebesta we hevwelatîbûna destûrî ye, kes hene ku li dijî wê disekinin.
Rûdaw: Ew madeya ku dibêje hemû welatiyên Tirkiyeyê Tirk in. Guftûgoyek heye li ser rakirina wê peyvê yan danîna navê ti neteweyekê li cihê wê. Gelo ew made dê bê guhertin yan na?
Bulent Arinç: Ez bawer im qesra serokkomarî ramanên erênî li ser vê mijarê nîne. Daxuyanî ji wir bi temamî red dikin. Bila ez hema ew qasî bibêjim.
Rûdaw: Baş e ew made û qanûn çi ne ku dikare di destûrê de bên guhertin derbarê vê mijarê?
Bulent Arinç: Êdî destûr ew qasî nemaye ku bê guhertin. Destûr ew qasî hatiye guhertin, naskirina wê zehmet bûye. Pêwîst e destûreke nû bê nivîsîn.
Rûdaw: Wekî nimûne di wê destûrê de çi heye ku di vê destûrê de nîne?
Bulent Arinç: Niha bi meyîzandina çaverêkirinên îro, ti kes nikare bersiva van pirsan bide. Yanî Ocalan wiha got, rêxistin çi dibêje? Eger rêxistin van û van û van daxwaz bike, ku nikare daxwaz bike û nabe daxwaz bike.
Daxuyaniya Ocalan dibêje ez fermanê didim we ku hûn wek damezrêner kongre li dar bixin, rêxistina xwe hilweşînin û çekên xwe deynin. Dema şer bi dawî bûye.
Berê jî serhildan çêdibûn û dewletê ew ditepisandin lê niha îradeyek heye û dibêje ez dawî li vê serhildana dirêjdem a 40 salî tînim, ez damezirêner im. Divê em bala xwe bidinê ka ew kesên li vir in dê beramberî vê çi bikin. Ew mafê wan tune ku bibêjin xwezî ev jî bibûya, xwezî ew jî bibûya. Ji ber ku mafekî wiha yê wan tuneye. Em bi xwe li nav Tirkiyeyê vê mijarê gengeşe dikin.
Rûdaw: Em bibêjin ku PKKyê çek daniye. Hûn wekî siyasetmedarekî bi ezmûn, gelo hûn dikarin pêşbîniya avabûna rêxistineke çekdarî ya din piştî PKKyê bikin, gelo tiştekî bi vî rengî dê çêbibe?
Bulent Arinç: Xwezî tenê PKK rêxistina çekdarî bûya. Yanî ji nêrîna berjewendiya Tirkiyeyê li bûyerê dinêrin. Li nav Tirkiyeyê rêxistinên çekdarî yên din jî hene. Ev bê guman ne rêxistin in ku pirsgirêka neteweyî tev bidin. Belkî zêdetir meyla çepgiriya tundrew heye, yan jî têkiliya wan bi rêxistinên din re heye.
Ew jî ji nerîna Tirkiyeyê nêzîk in ku êdî nikarin hilmê bidin. Bo nimûne DAIŞ, hîn jî ji bo Tirkiyeyê metirsiyeke mezin e. Her roj li Tirkiyeyê operasyonên girtinê tên encamdan. Ew kesên ku têkilî û piştgiriya wan bo DAIŞ heye têne girtin.
Di dawî helmetên han de gelek şaneyên veşartî hatin eşkerekirin. Yanî DAIŞ jî li ba me rêxistineke terorîstî ya mezin e. Li dijî wê jî rêkarên me hene,lê mijara îroyîn a me bi taybetî ew e ku Ocalan ji rêxistina xwe, yanî PKK (hûn dibêjin PKK, bi giştî cudahî di navbera PKK û PKK de di vê mijarê de nîne). Yanî dibêje ez dixwazim ku tu xwe fesix bikî. Heta niha me daxwazên siyasî yên aliyê beramber bi cih ne anîbûn.
Rûdaw: Bila pirsa min a dawî ev be. Çawa Mistefa Kemal Ataturk gotibû, çawa Recep Tayyîp Erdoganê Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje, Tirkiye dewleta Kurd û Tirkan e. Bi nerîna we gelo piştî vê proseyê eger destûreke nû were nivîsandin, di nav destûrê de naskirineke Kurdan dê hebe?
Bulent Arinç: Ez nizanim.
Rûdaw: Bi dev hatiye gotin ku Tirkiye dewleta Kurd e her wiha dewleta Tirk e jî.
Bulent Arinç: Hemû ev tişt, yanî îradeya damezirîner a Komarî hevbeş e. Ez gelekî ji Kurdan jê hez dikim, ew jî gelekî ji min hez dikin lê divê em rastiyê bibêjin. Îro hin kes û alî serhildana Şêx Seîd bi ziman ve girê didin, hin jî serhildana Dêrsimê bi ziman ve girê didin. Di demekê de ku li Tirkiyeyê gelek serhildan çêbûne, di dema Osmanî û di dema Komariyê de.
Em van deynin aliyekî. Serhildana Şêx Seîd wekî tevgereke raperînê xwe daye nasîn. Di mijarên din de em dikarin tiştên cuda bibêjin lê me komar bi hev re damezirand. Kurdan her dem hez ji wan kesan kirine ku demokrat bûne. Di nav wan de li gorî demê Adnan Menderes û Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan hene lê Kurdan ji hemû kesan zêdetir hez ji Recep Tayyîp Erdogan kiriye.
Sala 2014an wan deng da Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokomariyê. Me li van herêman ji sedî 70yî deng standin. Dibe ku xeletiya me be ku dengên me li wan herêmên Kurdan pir kêm bûn.
Lê mixabin bi agirê netewperestiyê, partiyên nû xeletiyên me kirin behane û dest bi bidestxistina dengên zêdetir kirin. Niha li hin cihan piştî DEM Partî partiya me ya duyem e. Di navbera me de cudahiyeke mezin nemaye.
Niha Kurd li Stenbolê bûne ew kesên ku zêdetirîn hejmara şêniyên wan heye. Em têkel bûne û nêzîkî hev bûne. Em bi Kurdan re bira û heval in. Ew jî ji me re dibêjin bira lê mafên me nadin. Di dema min de çi hebû me da. Ez dikarim bi îzna Xwedê yek bi yek wan bijimêrim. Ez vê ji bo wê yekê dibêjim. Daxwazên rewa di cewên demokratîk de, di yekîtiya komarî de, di pêkhateyeke yekbûyî de her tim tên nîqaşkirin.
Daxwaz, ew ên ku guncaw in, têne bicihkirin lê nabe ku em demê bilewitînin bi wan tiştan ku bi hestan dilîzin û dibin sedema gengêşeyên mezin li Tirkiyeyê.
Rûdaw: Birêz Bulent Arinç, gelekî spas ji bo ku we dem ji me re terxan kir. Hevpeyvîneke girîng bû. Mijarên zêde jî hebûn lê dem nema. Gelekî spas.
Bulent Arinç: Spas ku we mêvandariya min kir. Serkeftî bin. Tika ye.
Rûdaw: Tû bi xêr hatî Hewlêrê.
Bulent Arinç: Spas ji bo dîtina we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse