Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihanê Rûdawê Hêvîdar Ehmed di vê başa bernamaya xwe ya “Hîn jî Maye” de ya fokusa daye ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Derbarê doza Kurdan hinek nîşanên nû hene ku hikûmet dixwaze rêbazeke nû biceribîne.
Tirkiye vê dema dawiyê di nav gelek guherînan de ye.
Ji 1ê Çileya Pêşîn a 2024an û vir ve rojeva sereke ya siyaset, civak û medyaya Tirkiyeyê pêvajoya nû ye.
Ji meha Çileya Pêşîn Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dibêje bila Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bila bangî çekdanînê li PKKyê bike.
Her wiha Devlet Bahçelî di 22yê Çiriya Pêşîn de di axaftina xwe de xwest ku Ocalan here meclisê, di civîna koma DEM Partiyê de biaxive û bangê bike.
Piştî banga Bahçelî şandeyeke DEM Partiyê du caran li Îmraliyê Ocalan ziyaret kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re li gel partiyên Tirkiyeyê civiya û her di vê çarçoveyê de Başûrê Kurdistanê jî ziyatret kir.
Derbarê çareserkirina pirsgrêka Kurdan ji bilî hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ti gavên berbiçav nehatine avêtin lê gelek şîrovekar bawer dikin ku dê guherîneke bingehîn çêbibe.
Nûçegihanê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji bo mijarê ji nêzîk ve bişopîne çû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Deqa bernameya "Hîn jî Maye" ya Hêvîdar Ehmed pêşkêş dike wiha ye:
Di rêya Amedê de, berf beşeke mezin a erdê girtiye lê berf nikare agirê şerê navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bitemirîne.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê ji bo bidawîanîna pirsgirêka Kurdan li wî welatî ne pêvajoyeke hêsan e.
Her ku em gihîştin Amedê, li meydana Şêx Seîdê Pîran, em rastî vê dîmenê hatin, tijî hêzên ewlehiyên bû.
Amadekarî tên kirin ji bo xwepêşandaneke mezin a Kurdan, ji bo nîşandana nerazîbûnê li ser derbasbûna 26 salan ji girtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Li vir min ev du dayikên Kurd dîtin, dibe ku gotinên wan rewşa niha ya Kurdan li Tirkiyeyê nîşan bidin.
Min jê pirsî, gelo hûn li gel destpêkirina ji nû ve pêvajoya aştiyê ne li Tirkiyeyê?
“Em li gel aştiyê ne”
Dayika aştiyê: Em ligel aştiyê ne, em ligel biratiyê ne, em li gel wê yekê ne ku her milet îdareya herêma xwe bike û zimanê xwe bijî.
Dayika Şîrîn: Na ez şer dixwazim, ew qasî me got aştî û aştî lê tiştek jê derneket.
Di van xwepêşandanan de ku peyama "Bijî gelê Kurd" û "Bijî aştî" tê de dihat gotin, hikûmetê bi rêya nîşandana hêzên ewlehiyê li kêleka van xwepêşandanan, xwestiye du peyaman bigihîne.
An divê Kurd, nexşeya dewletê ji bo çekdanînê qebûl bike û dest bi karê medenî bikin.
An jî hêza çek li meydanê her heye, di navbera xebata sivîl û fikirîna bikaranîna hêzê de, yek ji wan hilbijêrin.
Hinek ji wan ji me re got ku şer û kuştin hemû alî li Tirkiyeyê westiyayî kiriye.**
Li kolanên Sûra Amedê zêdetir geriyam, gelek mirov dîtin û me axaft, min dît ku Kurd li bakurê Kurdistanê westiyayî xuya dikin, şer û hejariyê tengasî ji wan re çêkiriye, piraniya herî zêde dixwazin deriyekî nû û bê şer li ser pirsgirêka kurd bê vekirin.
Hinekan jî got ku êdî em terefê şer nabin.
Dengê zilamekî bi temen ku li hemberî min û mirovên din rawestiyabû, serî û rûdina spî, dev û çavên wî ji me re dibêjin ku dîrokeke zehmet dîtiye, bandorker bû.
Her ku ez dipirsim, hûn li ser aştiyê çi dibêjin, gotina vî pîremêrê Kurd, her kesê li wir û li wê derê derbas bûye, bêdeng dike.
Haydar ew zilam e ku daxwaza aştiyê dike û dibêje ku kes di şer de ne serketî ye û dema wê ye ku em hemû bi biratî bijîn û bi hev re bin.
Gotina wî ji axaftineke li ser kolanên Amedê zêdetir bû, gotinek e ji bo wan kesên ku difikirin ku belkî bi şer aliyekê xwe wekî serketî nîşan bide.
Li hinekî dûrtir ez nêzîkî zilamekî Kurd ê hejar dibim û di wê kêliyê de bi pirsiyarekê, biryara Kurdan a li bakur dixim destê wî û ew çi biryarekê dide.
Sedat Surmelî dibêje ev ne pêxistina agirê şer e li ber min, eger ez bi navê Kurd biryar bidim, ev e gotina min.
“Ez bi navê Kurd biryar bidim, ez dê aştiyê ragihînim”
Sedat Surmelî: Ez bi navê Kurd biryar bidim, ez dê aştiyê ragihînim û bes e şer, em di şer de heliyane.
Lê belê hîn jî hin kes hene ku gumanên wan li ser pêkhatina aştiyê li Tirkiyeyê heye.
Li Taxa Sûrê ya Amedê, ez li cem çar zilamên teqawîtbûyî rûniştim ku li nêzî Mizgefta Mezin bûn.
Wan gelek qonaxên şer û zehmetiyan dîtibûn. Dema ku me behsa mijarên aştiyê kir, yek ji wan tenê serê xwe hejand û got, "Na, çênabe."
Ji bo fêmkirina ku gelo pêvajoya aştiyê bi rastî heye an na, an jî di kîjan qonaxê de ye, diviyabû ku em ji Amedê derkevin.
Bi vê mebestê, me berê xwe da rê da ku em bizanin Abdulla Ocalan çi gotiye û çi gav avêtine. Piştî rêwîtiyeke sê saet û nîv, em gihîştin Rihayê, rasterast gundê Ocalan û mala birayê wî.
Wan hevdîtineke yek saet û çil deqîqe li Girtîgeha Îmraliyê pêk anîbû, her tişt di vê hevdîtinê de hatibû axaftin.
Gundê Amarayê cihê ku Abdulla Ocalan lê hatiye dinyayê û hişmendiya siyaset û têkoşînê bi dest xistiye.
Hîn jî di kolanên gund de, çîrokên derbarê salên wî yên zaroktiyê de dihatin vegotin.
Li têketina gund, jineke Kurd rê nîşanî me da ku em bigihên mala Ocalan û birayê wî.
Dema ez gihîştim gund, ez rastî jineke mezin hatim ku ez pêşwazî kir. Navê wê Esleme bû.
Min di destpêkê de fêm nekir ku wê gelek hest di dilê xwe de kom kirine. Me du peyv axivî lê di peyva sêyemîn de wê nikarîbû hêsirên xwe bigirta.
Her kesê ku li gund rastî me hat, wekî ku bibêjin eger hûn dixwazin bizanibin çi bûye, herin mala birayê Ocalan.
Mal di dawiya gundî de bû. Bêyî ku li bendê bim, min deriyê malê vekir. Li pêşiya min Mehmet Ocalan sekinîbû, sîmayê wî gelekî dişibe birayê wî.
74 sal in li vî gundî dijî. Got: "Gund gelek xanî tê de hene lê mirov hene." Min got, "Ez ji bo pirseke gelek mezin a Tirkiyeyê hatime cem te. Gelo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê heye?"
Mehmet Öcalan bersiv da: "Heta niha tu nav li vê pêvajoyê nehatiye kirin." Paşê wî ez vexwendim hundir û xwest behsa du qonaxên jiyana siyasî ya birayê xwe Abdullah Ocalan bike:
"Ocalan guheriye. Berê cuda bû lê ji nîveka salên 90î heta îro tenê aştiyê dixwaze."
Heta niha Mehmet Ocalan kesê herî zêde birayê xwe li Girtîgeha Îmraliyê dîtiye. Wî xwest me bibe mala wan a kevn ku tê de serboriyên malbata wan û dîroka birayê wî tê parastin. Li wir, şopên demên borî hîn jî zindî bûn.
“Deriyê aştiyê hatiye vekirin”
Ew dibêje ku deriyekî mezin ê aştiyê ji bo Tirkiyeyê hatiye vekirin lê jî naveşêre ku vekirina vî derî ne hêsan e. Dîsa jî, wisa xuya dike ku biharê îsal dibe ku ji bo Kurdên Bakur cuda be.
Mehmet Ocalan deriyê odeya birayê xwe Abdullah Ocalan ji me re vekir. Gava em ketin hundir, odeyeke tije bîranînên Ocalan li pêşberî me bû.
Dibe ku ev der tenê cihê li Tirkiyeyê be ku ew qasî bîranînên serokê PKKyê lê tên parastin.
Li Tirkiyeyê deriyê ku ber bi aştiyê ve vedibe hîn bi awayekî zelal xuya nake. Di nav vê nediyariyê de min ji Mehmet Ocalan ev pirs kir:
"Eger Tirkiye razî bibe û Abdullah Ocalan peyama aştiyê bide, dê Qendîl guh bide gotina rêberê rûhanî?"
Dema ez li Amedê bûm, min zanî ku şandeya Îmraliyê plan dike Herêma Kurdistanê ziyaret bike da ku peyama Ocalan bigihîne Serok Mesûd Barzanî.
Li otelek bajarî, ez rastî hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya wê hatim.
Şandeyê 16ê Sibata 2025an peyama Ocalan gihand Serok Barzanî. Piştre 17ê Sibata 2025an li Silêmaniyê, peyam pêşkêşî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir û heman rojê peyama sêyemîn gihand Qendîlê.
Li gorî rayedarên payebilind ên Kurd li Bakurê Kurdistanê, peyamên Abdullah Ocalan rêya aştiyê li Tirkiyeyê nîşan didin û ev pêvajo dê bi van gavan bimeşe:
Abdullah Ocalan dê dawiya vê mehê yan jî destpêka meha adarê peyamekê pêşkêş bike.
Di peyamê de dê ji PKKyê bixwaze ku çekan deyne.
Qendîl dê bi rêya kongereya partiyê piştgiriya peyama Ocalan bike û dê danîna çekan ragihîne.
Gava duyem: Gerîlayên ku navên wan di lîsteya Tirkiyeyê de nehebin dê vegerin.
Ocalan dê ji girtîgeha Îmraliyê derkeve û li maleke taybet bijî. PKK êdî tenê dê têkoşîna sivîl bimeşîne.
Rayedarekî payebilind ê HDPyê li ser vê planê wiha got:
"Pêvajoya aştiyê û têkoşîna sivîl nayê wateya ku em dev ji mafên xwe berdin. Ev mafê gelekî ye ku di nava aştiyê de bijî."
Ev der, navenda sereke ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya Amedê ye. Ez dixwazim bizanim pêvajo çi qas pêş ketiye.
Li wir, ez rastî Omer Îlerî têm ku berpirsê yekemîn ê AK Partiyê yê Amedê ye.
“Berî Erdogan û piştî Erdogan tabloyeke cuda heye”
Omer İlerî got, "Rewşa Kurdên li Tirkiyeyê berî û piştî serokatiya Recep Tayyîp Erdogan tabloyeke cuda pêşkêş dike.
Tenê navbûna pêvajoya aştiyê nîşan dide ku ev pêvajo bi qasî ji sedî 50 pêş ketiye. Ji sedî 50 jî dê piştî ku şert û merc biguherin û danûstan din bên kirin pêk were”
Çareserkirina pirsgirêka Kurdî bê çek, cesaret û wêrekiyeke mezin dixwaze.
Em di rê de bi şofêrê taksiyê Musa Sino re diaxivin. Gotinên wî dibin sedem ku em hinekî plana xwe biguherînin. Ew dibêje, "Heke hûn dixwazin planên siyasî û biryaran fêr bibin, divê hûn herin Enqereyê; mifteya sereke li wir e."
Sibeha 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an, xelkê Tirkiyeyê û siyasetmedarên wê bi daxuyaniyeke neasayî şiyar bûn.
Kesekî bi nav û deng axivî û gotinên wî bûn sedema hejandina Tirkiyeyê. Ev kes Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bû.
Banga wî ya "Werin, werin em pirsgirêka Kurdan bidawî bikin", li seranserê welat deng veda.
Ji bo ku em nêzîkatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li hemberî pêvajoya aştiyê baştir fêm bikin, me parlamentoya Tirkiyeyê ziyaret kir.
“Ev şansê dawiyê ye”
Li wir, ez rastî Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Mufît ku kesekî nêzîkî Erdogan e, hatim. Mufît ku li ser pêvajoyê xwedî agahî ye, bi Kurdiyeke zelal wiha dibêje:
"Dosyeya aştiyê li ser maseyê ye. Lê ev ne dosyeyeke hêsan e. Ji ber vê yekê, ev ji bo me şansa dawî ye.”
Her çiqas di nav naverastên siyasî de lêgerînên çareseriyê berdewam bin jî Kurdên li Tirkiyeyê hîn jî bi baldarî li pêvajoya aştiyê dinêrin.
Kurdên ku li Meydana Kizilayê ya li navenda Enqereyê civiyane, xwepêşandanê li dar dixin. Yek ji xwenîşanderan hestên xwe wiha tîne ziman:
"Şer em westandin. Lê divê aştiyek hebe ku rê li ber dubarebûna şerekî bêdawî bigire."
Peyam zelal bû: Divê aştî ne tenê bêhnvedaneke kurt di navbera du şeran de be, divê çareseriyek mayînde be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse