Neteweyên Yekbûyî "Rapora Cîhanî ya Madeyên Hişbir" belav kir

26-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Madeyên Hişbir Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê di sala 2021ê de ji her 17 kesan yek kesî madeyên hişbir bikar aniye û di nav 10 salên dawî de bi rêjeya %23ê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye.

Ofîsa Tawan û Madeyên Hişbir a Navdewletî ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNODC) rapora xwe ya bi navê “Rapora 2023an a Cîhanî ya Madeyên Hişbir” belav kir.

Li gor raporê di nav 10 salên dawî de li seranserê cîhanê bikaranîna madeyên hişbir %23 zêde bûye û di sala 2021ê de jî ji her 17 kesên ku temenê wan di navbera 15 û 64 salî de ye yekî ji wan madeyên hişbir bikar aniye.

Di raporê de tê gotin ku di sala 2021ê de 296 milyon kesan madeyên hişbir bikar anîne ku ev hejmar di sala 2020an de 284 milyon bû. Wate di nav salekê de bikaranîna madeyên hişbir bi rêjeya %18 zêde bûye.

Amaje bi wê yekê têkirin ku ji ber krîzên mirovî hejmarek zêde mirov ji cih û warên xwe bûne û xizmeta dermankirin û midexaleyê kêm maye.

Li gor raporê madeya herî zêde hatiye bikaranîn esrar e ku di sala 2021ê de hatiye tespîtkirin 219 milyon kesan ev made bikar anine û ev hejmar dike %4ê nifûsa cîhanê.

Li gor amaran nêzîka 60 milyon kesan madeya “opioid”, 36 milyon kesan madeya “amfetamin”, 22 milyon kesan “kokain” û 20 milyon kesan jî “ekstazî” bikar anîne.

Her wiha di encama bikaranîna madeyên hişbir di navbera salên 2009 û 2019an de rêjeya mirina bikarhêneran %17.5 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst