Wezîrê Tenduristiyê yê Japonyayê: Divê hemû welat hevkariyê bikin

21-09-2023
Diyar Kurde
Nîşan Japonya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Japonyayê ji Rûdawê re ragihand ku rola Neteweyîn Yêkbûyî ew e ku bibe cihê lihevkirineke rasteqîne daku hemû welat bi awayekî dostane hevkariyê bikin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Japonyayê Keizo Takamî li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ji bo rûmala Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Japonyayê Keizo Takamî got:

“Divê her welatek berpirsiyariya hevkariyê di bin alaya Neteweyên Yekbûyî de bigire ser milên xwe.”

Îro sêyem roja guftûgoya salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Xebatên civatê dê heta 25ê Îlonê berdewam bikin.

Nêzîkî 150 serokên welat û hikûmetan ji bo ku li ser pirsgirêkên herî dawî yên ku cîhan pê re rû bi rû ye biaxivin li New Yorka Amerîkayê ne.

Dirûşma lûtkeyê ya îsal “Avakirina Baweriyê û Vegerandina Yekrêziya Cîhanî; Bilezkirina Gavên Rojeva 2030ê û Armancên Pêşkeftina Berdewam a ji bo Aştî, Bextewarî, Pêşketin û Şiyana Berdewamiyê ji bo hemûyan” e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst