Serokê Portugalê ji Rûdawê re: Divê rêz li Peymana NYyê ya li dijî şer bê girtin

20-09-2023
Diyar Kurde
Serokê Portekîzê ji Rûdawê re axivî
Serokê Portekîzê ji Rûdawê re axivî
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Konseya Ewlehiyê ya NYyê New York Serokê Portekîzê Marcelo Rebelo de Sousa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Portugalê Marcelo Rebelo de Sousa ragihand ku ji bo pêşîgirtina li şer, divê prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî werin bicihkirin.

Duh Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) dest pê kir û biryar e heta hefteya bê bidome.

Ji bo beşdariya Lijneya Giştî bi sedan lîder û delege çûn New Yorkê.

Nêzîkî 150 serokên dewletan dê li Lijneya Giştî biaxivin.

"Hin bingeh hene, divê hemû welat pabendî wan bin"

Serokê Portugalê Marcelo Rebelo de Sousa jî li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û got ku hin bingeh hene, divê hemû welat pabendî wan bin da ku şer di navbera wan de dernekeve.

Marcelo Rebelo de Sousa pesnê hewldanên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Amerîkayê Joe Biden yên ji bo rawestandina şer da.

Sousa di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got, "Em nikarin têkoşîna gelê Ukraynayê ji têkoşîna rêzgirtina Peymana Neteweyên Yekbûyî veqetînin."

Serokomarê Portugalê herwiha derbarê hewlên bidawîanîna şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de jî ji Rûdawê re got:

“Hin bingeh hene girîng e hemû welat pabendî wan bin. Divê rêz ji peyamnameya NYyê û yasayên navdewletî, herwiha yekîtiya welatan bê girtin û serweriya wan neyê binpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst