Netanyahu û Erdogan li New Yorkê civiyan

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Netanyahu Neteweyên Yekbûyî New York
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdongan û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li New Yorkê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyeyê, di civînê de pirsên hevbeş ên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, buyerên cîhanî û navçeyê, pêwendiyên siyasî û aborî û nakokiyên Îsraîl û Filistînê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Erdogan destnîşan kir ku welatî wî dikare hin karên hevbeş bi Îsraîlê re di warê enerjî, tekinolojî û hişê çêkirî de bike.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan herwiha hêvî kir ku aştî li tevahiya cîhanê pêk were.

Erdogan û Netanyahu piştî asayîbûna pêwendiyên Enqere û Tel Evîvê ev cara duyemîn e dicivin.

Netanyahu tîrmeha borî di serdana xwe ya Tirkiyeyê bi Erdogan re civiyabû.

Ji ber derkirina Balyozê Îsraîlê yê li Tirkiyeyê Sala 2018an pêwendiyên Tel Evîvê û Enqereyê qut bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst