Meclisa Gelê Qazaxistanê 30 saliya xwe pîroz kir: Kurd jî beşdar bûn

21-04-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Meclisa Gelê Qazaxistan Kurd Berbang Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê
A+ A-

Almata (Rûdaw) - Meclisa Gelê Qazaxistanê bi beşdariya Kurdan 30 saliya xwe pîroz kir.

Meclisa Gelê Qazaxistanê sala 1995an hatiye damezrandin û Kurd jî di nav de ji zêdetir 130 rêxistinên gelên cuda yên li wî welatî dijîn, pêk tê.

Bi fermana Serokkomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev, ku bi xwe serokê vê meclisê ye, bi boneyê 30 saliya Meclisa Gelê Qazaxistanê, çendîn nûnerên komeleyên neteweyî  bi teqdîrname û madalyayan ve hatin xelatkirin.

Merasîma xelatdayînê li Mala Dostaniyê ya li Almatayê pêk hat.

Kurd beşdar bûn

Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê (Berbang) û Eendama Rêveberiya Meclisa Gelê Qazaxistanê Azîze Ziya Bedirxan, Endamê Konseya Meclisa Gelê Qazaxistanê Rafîk Mîrzoyev û kesên din di çalakiyê de amade bûn.

Di nav xelatgiran de, endamên çalak ên Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê "Berbang": Gulnara Eliyeva, Barzanî Nabiyev, Medîne Mîrzoyeva, Mûrad Şamîlov, Sertif Eliyev, Guljan Xelîlova, Şemo Fetoev, Elî Mustafayev û yên din cih girtin.

Festîval hat lidarxistin

Her bi boneya 30 saliya Meclisa Gelê Qazaxistanê, li gundê Kabanbay Batirê yê parezgeha Akmalayê ku bi sedan malbatên Kurd tevî nûnerên gelên din lê dijîn, festîvaleke çandî ya berfireh hat lidarxistin.

Di festîvalê de nûnerên 12 gundan destkeftiyên xwe yên çandî nîşan dan û kevneşopiyên 14 gelên cuda pêşkêşî temaşevanan kirin.

Şaxa Bajarê Astana ya Yekîtiya Komeleyên Kurdên Qazaxistanê (Berbang) bi awayekî aktîf beşdarî pîrozbahiyê bû û kevneşopiyên gelê Kurd pêşkêş kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst