ŞAM - Hakan Fîdan û Ebû Mihemed Colanî civiyan

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Ebû Mihemed Colanî Şam Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şama paytexta Sûriyeyê bi serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû serdana Şamê û di çarçoveya serdana xwe de bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re hevdîtinek kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz, Birêvebirê Demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê Burhan Koroglu û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî yê ku demkî hatiye erkdarkirin amade bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst