Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Li Sûriyeyê hinek komên nêzîkî me hene ku herî kêm 80 hezar çekdarên wan hene."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê rewşa Sûriyeyê de ji televîzyona Asharq Newsê ya Erebîstana Siûdî re axivî.
Hakan Fîdan got ku divê li Sûriyeyê sîstemek bê avakirin ku piştî YPG çekan deyne û kontrola girtîgehên DAIŞê radestî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bike dê ji bo neteweyên cuda mafên çandî bêne dabînkirin.
Fîdan ji bo çareseriya li Sûriyeyê got: "Niha pêwîstiya me bi sîstemekê heye ku, girtiyên DAIŞê di girtîgehan de bên girtin, YPG dest ji çalakiyên terorê berde û mafên Kurdan jî bên parastin.
Em vê sîstemê dizanin. Çi ye ev sîstem? Yekemîn, YPG dê çekan deyne, birêvebiriya li Şamê dê demildest girtîgeh û kampan kontrol bike.
Eger pêwîst bike em dê wekî Tirkiyeyê piştgiriyê bidin, em û welatên din, qet ne pirsgirêk e.
Ji xwe daxwaza Amerîkayê ya serekî jî derneketina girtiyên DAIŞê ye. Divê ev bê dabînkirin.
Ji bilî wê jî divê komên çekdar çekên xwe deynin lê divê komên etnîkî jî mafên xwe yên çandî bi kar bînin. Formula vê yekê gelek asan e."
Fîdan diyar kir li Sûriyeyê zêdeyî 80 hezar çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê hene û ji wan re gotiye, “Biçin tevlî artêşa neteweyî bibin û rê nedin li welat tevlihevî çêbibe."
"Me û civaka navneteweyî li hev kiriye"
Fîdan da zanîn ku daxwaz û hêviyên wan ji birêvebiriya nû ya Sûriyeyê hene û got:
"Divê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ji bo herêmê nebe gefek û di serî de DAIŞ û PKK bi ti awayî cih nede terorîzmê.
Divê li gel kêmîneyan bi başî tevbigere, hikûmeteke berfireh bê avakirin û yekparçeyiya axa welat û serweriya siyasî bi temamî bê dabînkirin.
Me wekî welatên herêmê û civaka navdewletî li ser van şertan li hev kir û me ev daxwazên xwe pêşkêşî birêvebiriya Sûriyeyê kirin."
"Pirsgirêka me û Amerîkayê polîtîkaya wan a Sûriyeyê ye"
Fîdan derbarê pêwendiyên Tirkiyeyê û Amerîkayê de jî wiha axivî:
"Em dê di heyama Trump de jî pêwendiyên xwe yên baş berdewam bikin.
Ligel Amerîkayê salên dirêj e pêwendiyên me hene lê em di hemû mijaran de wekî hev nafikirin.
Bi taybetî di meseleyên herêmî de mijarên em ji hev cuda difikirin hene.
Li gel Amerîkayê di hinek mijaran de pirsgirêkên me hene. Di serî de jî polîtîkîya Amerîkayê ya Sûriyeyê heye.
Amerîkayê di destpêkê de wekî Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê piştgiriya mixalefeta Sûriyeyê kir.
Piştre Amerîkayê got; `Ez piştgiriya mixalefetê nakim û karê min tekoşîna dijî DAIŞê ye` PKK/PYD ji bo şerê li dijî DAIŞê û ragirtina girtiyên DAIŞê bi kar anîn."
"Li Sûriyeyê zêdeyî 80 hezar çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê hene"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê wiha berdewam kir: “Yek ji dosyeyên herî girîng li pêş birêvebiriya nû ya Sûriyeyê, lihevkirina hemû aliyan e.
Divê hemû komên çekdar di bin banê artêşekê de kom bibin û desthilat û bikaranîna çekan di destê tekane organa dewletê ya rewa de be.
Li hemû dewletên modern divê wiha be. Hebûna zêde ya komên çekdar û girêdayî otoriteyên cuda yên komên çekdar dê bibe zemîna şerê navxweyî û ev yek nayê qebûlkirin.
Komên li bakur hejmara wan herî zêde ye. Li Sûriyeyê hinek komên nêzîkî me hene ku herî kêm 80 hezar çekdarên wan hene.
Me ji wan re got, `Biçin tevlî artêşa neteweyî bibin û rê nedin li welat tevlihevî çêbibe."
"Birêvebiriya nû ji bo çekdanînê bangî YPGyê kir"
Fîdan got: “Birêvebiriya nû wekî komên din ji bo çek danînê bangî PKK/YPGyê jî kir.
Hêviya me li vê derê ew e ku hemû komên etnîkî; Kurd, Tirk, Êzdî, Xirîstiyan, Ereb, Sunî, Şîe, Elewî û Nusayrî li ser çanda xwe bijîn û di heman demê de wekî welatiyên wekhev di nav civaka Sûriyeyê de cihê xwe bigirin.
Em jî avakirina sîstemeke bi vî awayî dixwazin. Niha birêvebiriya nû jî dixwaze vê yekê bike.
Di demekê de ku ev yek dibe, nayê qebûlkirin YPG bêje ez dest ji çekan bernadim. Ev niha ji bo Sûriyeyê pirsgirêk e.
Ferhat Abdî Şahînê ku navê wî yê kod Mazlum Abdî (Kobanî) yê serokê rêxistina terorê ya Sûriyeyê derxistin pêşiya civaka navdewletî.
Ev zilam di rastiyê de birêvebirê organeke di bin baskê PKKyê de ye. Di ser wî re birêvebirên PKKyê yên Sûriyeyê hene.
Sabri Ok heye, Fehman Huseyin heye. Yek li mijarên siyasî dinêre û yek jî li mijarên leşkerî dinêre, birêvebirên PKKyê ne.
Ne pêkan e Ferhat Abdî Şahîn bêyî destûra wan biryarekê bide û pêngavan biavêje.
Ji ber wê jî di heyama nû ya Sûriyeyê de nayê qebûlkirin rêxistineke terorê bi vî awayî çalakiyan bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse