Sekreterê Giştî yê IDEAyê: Li seranserê cîhanê pirsgirêkên demokrasiyê hene

25-09-2024
Diyar Kurde
Sekreterê Giştî yê IDEAyê Kevin Casas Zamora / Wêne: Rûdaw
Sekreterê Giştî yê IDEAyê Kevin Casas Zamora / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kevin Casas Zamora Neteweyên Yekbûyî Demakrasî Internationa IDEA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê IDEAyê Kevin Casas Zamora got, "Li seranserê cîhanê pirsgirêkên demokrasiyê çêbûne"

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde peyamên gelek lîder nûnerên welatên cihê vediguhêzê.

Sekreterê Giştî yê Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinan (International IDEA)  Kevin Casas Zamora li avahiya Neteweyên Yekbûyî bersiva pirsên Diyar Kurde da.

Kevin Casas Zamora got, "Yek ji tiştên ku me di raporên xwe de dîtiye ev e ku li welatên dewlemend, li welatên hejar, demokrasiyên avabûyî û demokrasiyên nû pirsgirêkên li hemberî demokrasiyê di sirûşta xwe de gerdûnî ne.

Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ji bo çareserkirina van zehmetiyan pêwîstî bi bersiveke gerdûnî heye."

Zamorayê ku enstîtuya wî li ser xurtkirina sazî û pêvajoyên demokratîk ên li cîhanê radiweste, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên demokrasiyê yên li cîhanê "parçebûna civakan" e.

Her wiha Zamora got, "Mînak, asta cemseriyê ya ku heye, tiştekî pir xerab e ku hûn li her cure welatan dibînin.

Beşeke zêde ya wê cemseriyê ji ber torên civakî û belavkirina zanyariyên ne rast û tiştên mîna wê ku li her derê diqewimin, pêk tê."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê 24ê Îlonê dest pê kir û dê heta 30ê Îlonê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst