Heyetên Ukrayna û Amerîkayê li hev civiyan

24-03-2025
Nîşan Ukrayna Amerîka Riyad Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyetên Ukrayna û Amerîkayê li Erebistana Siûdî li hev civiyan.

Civîn şeva borî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat kirin.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de da zanîn ku civîn bi dawî bûye.

Umerov diyar kir, civîna ku bi armanca gotûbêjkirina mijarên têkildarî bidawîanîna Şerê Rûsya-Ukraynayê hatibû lidarxistin bikêrhatî derbas bûye.

Wî destnîşan kir ku di civînê de mijarên girîng û bi taybetî jî mijarên enerjiyê hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê diyar kir ku armanca Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ew e ku aştiyeke mayînde û dadmendane were dabînkirin û got, "Em ji bo vê armancê bi rastî dixebitin."

Li hêla din, heyetên Rûsya û Amerîkayê jî îro li hev rûdinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst