EWROPA - Xelk li dijî desthilatdarên nû yên Sûriyeyê daket kolanan

24-03-2025
RÛDAW
Xenîşanderên Sûriyeyî /Wêne: Ji vîdeoyê
Xenîşanderên Sûriyeyî /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Ewropa Xwenîşandan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Ewropayê li dijî hikûmeta nû ya Sûriyeyê xwenîşandan hatin kirin

Xwenîşander li dijî desthilatdarên nû yên Sûriyeyê daketin kolanan û wan daxwaza parastina pêkhateyan kir.

Destpêka meha Adarê, li bajarên Laziqiye, Tertûs, Ceble û Banyas ên berava Sûriyeyê di êrişên komên çekdar ên nêzîkî Hikûmeta nû ya Sûriyeyê yên li dijî welatiyên Elewî de bi sedan kes hatibûn kuştin.

Ev komkujiyên li dijî Elewiyan di nav qada navnateweyî de jî bûn sedema nerazîbûnan.

Li Parîsa paytexta Fransayê ji bo parastina pêkhateyan û rawestandina komjiyan xwenîşandanek hat lidarxistin.

"Xelkê sivîl ji aliyê terorîstan ve tê kuştin"

Xwenîşanderekî ji Sûriyeyê yê li Parîsê, li hemberî binpêkirinên li Sûriyeyê bangî Ewropayê kir û got:

"Li Sûriyeyê komkujî tê kirin. Xelkê sivîl ji aliyê terorîstan ve tê kuştin. Ew grûpên terorîst li hemû Sûriyeyê belav bûne.

Em ji Ewropayê dixwazin ku guvaşê bixin ser hikûmeta Sûriyeyê da ku vê qirkirinê rawestînin."

Destpêka vê mehê ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên alîgirên Beşar Esed de gelek kes hatin kuştin û derbider bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, zêdeyî 1600 kesên sivîl ku piraniya wan Elewî bûn di çend rojan de li herêmên berava Sûriyeyê hatin kuştin.

Bajarekî din ê ku xwenîşandan lê hat kirin jî bajarê Barcelonayê yê herêma Katalonyayê ya Spanyayê bû.

Xwenîşanderekî Sûriyeyî xwesteka ya ji bo parastina pêkhateyan wiha anî ziman:

"Piraniya wan kesên îro kom bûne Elewî ne lê tu dikarî Sune, Durzî û Xiristiyanan jî bibînî.

Îro em hemû bi hev re hatine û daxwaz dikin pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin."

Li çend bajarên Ewropayê yên din jî xwenîşandan hatin kirin ku yek ji wan jî Romaya paytexta Îtalyayê bû.

"Piraniya kuştiyan bijîşk, akademîsyen û xwendekar bûn"

Xwenîşanderekî diyar kir ku yên ku hatin kuştin ne çekdar bûne û wiha pê de çû:

"Di nav wan hemû kesên bûne qurbanî de çekdar nebûn, piraniya wan bijîşk, akademîsyen û xwendekar bûn.

Ew ne beşek bûn ji artêşa rejîma Sûriyeyê lê hemû bi kîndarî hatin kuştin."

Tundûtûjî bûye sedema derbiderbûna hejmareke zêde ya xelkê jî.

Berpirsên Libnanê dibêjin ji wê demê ve 13 hezar Sûriyeyî derbasî welatê wan bûne û li 23 gund û bajarokên parêzgeha Ekkarê hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst