Amerîka: Divê Heşdî Şebî girêdayî Îraqê be ne Îranê

24-03-2025
Diyar Kurde
Nîşan Amerîka Îraq Îran Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê Heşdî Şebî got, “Divê girêdayî Îraqê bin ne Îranê.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di çarçoveya yasaya Heşdî Şebî ya ku li Îraqê di rojevê de ye, bangî hikûmeta Îraqê kir û tekez kir ku divê hemû hêzên ewlehiyê yên li wî welatî, ne girêdayî Îranê lê girêdayî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê îro ji Berpirsê Ofîsa Washingtonê ya Rûdawê Diyar Kurde got, "Ji bo xurtkirina serweriya Îraqê, divê hikûmeta Îraqê piştrast be ku li ser hemû hêzên ewlehiyê yên di nav sînorên xwe de, xwedî ferman û kontrolê ye."

Tammy Bruceyê tekez kir ku divê ev hêz ne girêdayî Îranê bin lê divê bi awayekî destûrî girêdayî Serokwezîrê Îraqê bin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ye.

Berdevka Amerîkayê diyar kir ku hinek kom di nava Heşdî Şebî de girêdayî Îranê ne û di nav wan de komên ku wekî "terorîst" hatine pênasekirin jî hene û anî zimên ku ew ji ber beşdariya wan a di çalakiyên tundî û bêîstiqrariyê yên li Îraqê de bi fikar in.

Tammy Bruceyê di daxuyaniya xwe de got, "Em berdewam ji hikûmeta Îraqê dixwazin ku kontrolê li ser van koman bike û dema ku qanûnên Îraqê binpê dikin divê hesab ji wan were xwestin.

Di vê mijarê de helwesta Washingtonê zelal e.”

Bruceyê her wiha ragihand ku ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump ewlehiya personelên Amerîkayê mijara herî girîng e û diyar kir ku Amerîka dê ji avêtina gavên pêwîst ên ji bo parastina berjewendiyên xwe dudilî nebe.

Pêşniyaziya yasaya nû li parlamentoya Îraqê

Parlamentoya Îraqê, îro xwendina yekem a pêşniyaziya yasaya nû ya derbarê Heşdî Şebî pêk anî.

Navê nû yê pêşniyaziyê wekî "Yasaya Dezgeha Heşdî Şebî" hat diyarkirin.

Beriya vê, pêşniyaziyeke yasaya bi heman nawerokê bi navê "Yasaya Xizmet û Teqawîdbûna Mucahidên Heşdî Şebî" hatibû rojevê lê beriya ku were dengdayînê hatibû paşvekişandin.

Di pêşniyaziya nû de, bi eşkereyî tê gotin ku Heşdî Şebî beşek ji Hêzên Çekdar ên Îraqê ye û tê pêşbînîkirin ku dê beşdarbûna personelên wê di partiyekê yan jî çalakiyên siyasî de bê qedexekirin.

Her wiha, pêdivî ye ku karûbarên darayî yên Dezgeha Heşdî Şebî ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê ve bên çavdêrîkirin.

Pêşniyaziya yasayê 25ê Sibata 2025an ji aliyê Encumena Wezîran a Îraqê ve hatibû pejirandin û piştî paşvekişandina pêşniyaziya berê ketibû rojevê.

Hîn jî ne diyar e ku di dawiyê de pêşniyazî dê çawa bê şekildan û dê li parlamentoyê çawa were pejirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst