Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê piştî ku çûye Rûsyayê, li wî welatî hat desteserkirin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Endamê Nûnertiya HDPyê ya Hewlêrê yê berê Nasir Yagiz, ji bo penabertiyê serî li Rûsyayê dabû.
Endamê Nûnertiya HDPyê ya Hewlêrê Sidqê Wakar ji Rûdawê re ragihand ku çalakvanê Kurd û Nûnerê berê yê HDPyê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ji aliyê Rûsyayê ve hat desteserkirin û paşê jî Rûsyayê ew radestî Tirkiyeyê kir.
Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Balafirxaneya navdewletiya Stenbolê, hat destesekirin.
Bi gotina Sidqî Wakar, Nasir Yagiz bi armanca gihîştina welatên Ewropayê çûye Rûsyayê.
Sidqî Wakar da zanîn ku Nasir Yagiz li Herêma Kurdistanê endamê Nûnertiya HDPê bû û wî tenê karê siyasî kiriye û got:
“Berî çar rojan Nasir li Rûsyayê hat desteserkirin û şeva borî radestî Tirkiyeyê hat kirin."
Li gorî Nûnertiya HDPyê ya Herêma Kurdistanê, li Tirkiyeyê fermana girtina Nasir Yagiz desteserkirinê hebû û berî ku were dadgehkirin hatiye Herêma Kurdistanê û zêdetirî heft salan li Herêma Kurdistanê maye.
Sidqî Wakar got: "Nasir Yagiz piştî desteserkirinê daxwaza mafê mayînê li Rûsyayê kiriye, lê bi hinceta hebûna hevpeymantiya wan ligel Tirkiyeyê, ew welat daxwaza Yagiz red kiriye û radestî Tirkiyeyê kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse