Hevpeymanên Cumhur û Milet hev bi binpêkirina azadiya jinan tohmetbar dikin

27-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe gera duyem a hilbijartinên Tirkiyê birêve diçe. Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan duh beşdarî hevdîtina jinan bû û behsa karên desthilata xwe yên di warê mafên jinan de kir. Erdogan CHPê tohmetbar dike ku ew zulmê li jinan dike.

Li parêzgeha Stenbolê Hevdîtina Tirkiyeya Jinan e ku Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan 26ê Gulanê beşdarî hevdîtina ligel jinan bû û behsa karên desthilata xwe yên di warê mafên jinan de kir. CHPê jî bi wê yekê tohmetbar dike ku di mijara hîcabê de zilm li jinan kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan anî ziman, “Di dema desthilata xwe de bê ku em cudakariyê bikin, ji bo jinan me qadên azadiyê, kar û nûnertiyê berfireh kirin. Ligel ku di mijara jinan de hewqasî propagandeya reşkirina partiya me hatkirin lê  me ti caran midexaleya şêwazê jiyana ti kesî nekiriye. Lê CHPê ku xwe wek parêzvanê mafê jinan dide xuyakirin, çi aniye serê keçên me yên xwendekar, çi zilm li wan kiriye bila Bay Bay Kemal destpêkê behsa vê yekê bike.”

Heman rojê Seroka Baskê Jinan ya CHPê Aylin Nazliaka li parêzgeha Enqerê bang li jinan kir ku biçin ser sindoqan û Hevpeymaniya Cumhur ji ber lihevkirina ligel HUDAPARê bi dijminatiya jinan tohmetbar kir.

Her wiha Nazliaka amaje bi wê yekê da ku di hilbijartina 28ê Gulanê de jin dê yan azadiyê yan jî bindestiyê hilbijêrin.

Seroka Baskê Jinan a CHPê Aylin Nazliaka got, “Em dikarin 28ê Gulanê bersivê bidin wan partiyên ku dixwazin me bikin wek welatên Îran û Afxanistanê. Li Tirkiye newekhevî ewqasî zêde bûye, endamê Destûra Bingehîn ya welatê me ku ew destûr bingeha azadî û wekheviyê ye dibêje, wekheviya jin û mêran xurafeyeke modern e. Bifikirin li destûra bingehîn hişmendiyeke ku ji wekheviya jin û mêran bawer nake heye. Bi salan e neheqî li jinan tê kirin û dema em mafê xwe dixwazin ji me re te gotin hûn jinên xirab in, dema em dengê xwe bilind dikin dibêjin hûn bê ar in.”

Partiyên Îslamî yên wek Yeniden Refah û HUDAPARê ku ligel Hevpeymaniya Cumhur cih digrin li dijî yasaya 6284an derdikevin ku yasaya rûbirûbûna tundûtîjiya jinan e û ev jî ji aliyê jinan ve wek rewşeke metirsîdar tê dîtin.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê hejmara dengderên jin ji yê meran zêdetir e ku nêzîkî 31 milyonî ye di hilbijartina serokkomariyê de jî dê yekalîker bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst