Kurdan li ber Yekîtiya Ewropayê daxwaza derketina grûpên çekdar ji Efrînê kirin

24-03-2023
RÛDAW
Kurdan li ber Yekîtiya Ewropayê daxwaza derketina grûpên çekdar ji Efrînê kirin
Kurdan li ber Yekîtiya Ewropayê daxwaza derketina grûpên çekdar ji Efrînê kirin
Nîşan Efrîn Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema birêveçûna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de, Kurdên li Ewropayê li ber avahiya Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê li dijî kuştina 4 welatiyan li Cindirês a herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê protesto kirin û daxwaz kirin ku Ewropa zextê li grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê bike da ku ji Efrînê derkevin.

Kurdên li Fransa, Hollanda, Almanya, Belcîka û çend welatên din bi Alayên Kurdistanê û posterên nerazîbûnê li ber avahiya Yekîtiya Ewropayê li dijî grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê dirûşm gotin.

Di 20ê Adarê de çekdarên Ehrar El-Şerqiyê yên opozisyona Sûriyê 4 endamên malbateke Kurd ku di nav wan de 3 bira û kurekî ji wan yekî hebûn, di dema vêxistina agirê Newrozê de li Cindirês a herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê kuştin.

Polîsên serbazî yên Efrînê 3 kes bi tohmeta kuştina 4 Kurdan desteser kirin ku hemû bi eslê xwe ji Dêre Zorê ne û li Kampa Cindirêsê dimînin.

Reşîd Şeban ê ku bi eslê xwe ji Efrînê ye ji Rûdawê re got, “Piştî 5 salan dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên hovane îsal di Newrozê de 5 hatin şehîdkirin, 2 jî birîndar bûm. Ev şehîdên Newrozê ne, ne yên malbata Pêşmerg in, yên miletê Kurd in. Piştî 5 salan ji xirakirinê, diziyê, hilkirina daran, miletê me yê Efrînê bi hev re keç û xortên me rabûn bi dengekî bilind û zelal gotin, na ji dagirkeriya dewleta Tirkiyê. Em jî li vê derê li pêşiya Yekîtiya Ewropayê kom bûne, dibêjim na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, na ji çekdarên van hêzên hovane re.”

Welatiyeke bi navê Zîlan Osman jî ji Rûdawê re got, “Em li Brukselê li pêşiya YEyê me xwepêşandan çêkiriye ji bo dagirkeriya ku li Efrînê tê kirin, ji bo 4 şehîdên agirê Newrozê ku ew tenê ji bo vêxistina agirê Newrozê hatin kuştin.”

Grûpa çekdar a Ehrar El-Şerqiye yek ji pêkhateyên opozisyona çekdar a Sûriyê ye ku Tirkiyê piştgiriya wê dike.

Di sala 2018an de Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê êrîşî Efrînê kirin û dagir kirin û di encamê de 150 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn ku niha di şûna wan de Erebên hawirde hatine bicihkirin. Rêxistinên sivîl ên mirovî, Tirkiye û komên çekdar bi guhertina sîstematîk a demografiya herêmê tawanbar dikin.

Xelkê Cindirêsê piştî bûyera xwînî ya şeva Newrozê dest bi xwepêandanan kirin û gotin ku wan 5 salên zilmê di bin kontrola komên çekdar ên Sûriyê de ku nêzîkî Enqerê ne derbas kirine.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch / HRW) di raporekê de ku roja Pêncşemê hat weşandin, piştrast kir ku Tirkiye û grûpên çekdar ên nêzîkî wê di 5 salên borî de mafên mirovan binpê kirine.

Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Adam Coogle ragihand ku 5 sal in binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê berdewam in.

Adam Coogle amaje bi wê yekê kir ku ew binpêkirinên bi destûra Tirkiyê têne encamdan û dibêje: “Tirkiye rê dide endamên rêxistinê ku zilmê li gelê herêmê bikin.

Coogle diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafan ti gavên pratîk neavêtiye û got, “Tirkiye di parastina sivîlan de serkevtî nebûye. Tirkiye wek hêzeke dagîrker tevdigere û piştgiriya grûpên opozîsyona Sûriyê dike. Divê derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd de lêkolîn bê kirin û berpirs bên cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst