7emîn Konferansa Brukselê bi dirûşma 'Piştgiriya paşeroja Sûriye û herêmê' dest pê kir

14-06-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 7emîn Konferansa Brukselê Sûriye Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê di 14 û 15ê Hezîrana 2023an de li Bruksela paytexta Belcîkayê 7emîn Konferansa Brukselê bi sernavê ‘Piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê’ li dar dixe.

Di 14 û 15ê Hezîranê de Yekitiya Ewropayê dê 7emîn Konferansa Brukselê ya bi navê ‘Piştgiriya paşeroja Sûriye û herêmê’ li dar bixe. Konferans dê carek din platformek pêşkêş bike ji bo dûbarekirina berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewropî û civaka navdewletî ji bo gelê Sûriyê, penaberên sûrî.

Roja yekem a konferansê ji bo saziyên civaka sivîl, akademîst û rêxistinên xêrxwazî yên xwechî bi navê `roja diyalogê hatiye lidarxistin.

Armanca sereke ya Konferansên Brukselê ew e ku piştgirîya berdewam ji gelê Sûriyê re, hem li Sûriyê û hem jî li herêmê berfirehtir bike. Herwiha bi komkirina civaka navdewletî bo piştgirîkirina çareseriyeke siyasî ya giştalî û pêbawer ji bo aloziya Sûriyê li gor biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî.

Ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê 9 kes beşdarî konferansê bûne lê hîç yek ji wan ne panelîst in. Naz Hemê di çar salên derbasbûyî de di hilbjartina saziyan de havahengî digel Yekîtiya Ewropa kiriye. Ewên hatîne dixwazin bibin dengên wan bêdengên li Rojavayê Kurdistanê ku nekarine bên.

Beşdarbûya Konfransa Brukselê Naz Hemê got “Em balê bikşînin ser herêma xwe û em dengê herêmê bigihînin, bi taybetê kesên ku di hindir de nikaribûn bihatana. Em hewl didin ku di salên bê de ne kesên li Ewropayê lê divê kesên li hindir jî hazir bin û ew jî rola xwe di vê konferansê de bistînin. Ew jî karibin dengên xwe bigihînin ji ber ku ew xwediyê êşê ne. Em di dawiyê de li Ewropayê ne lê ew li hindir in û bêtir êşa wan e. Wexta bêhtir rasterast deng ji wan derkevê, dê xurttir û bêhtir bi bandor be.”

Berpirsê Nûnêratiya Yekitiya Ewropa yê ji bo Sûrîyê ji Rûdaw re axivî û diyar kir ku ew hîn danpêdanê bi desthelatdarên Şamê nakin lê dostên xelkê Sûriyê ne bê cudahî.

Karbirêkarê Nûneratiya Yekêtiya Ewropa bo Sûriyê Dan Stoenescu dibêje “Me peywendiyên raste rast digel hejmareke zêde ya rêxistinan heye ku nûnertiya xelkê Sûriyê dikin. Ji aliyê dîplomasiyê ve şanda me Şam girtiye, ji ber wê yekê jî li Beyrûtê karê xwe dikin, ji bo hinek erkan jî diçin Şamê. Armanca me ya sereke alîkarîkirina xelkê Sûriyê ye ji ber vê yekê jî li vir Konferansa 7emîn a Brûkselê birêve diçe ji bo nîşandana piştevaniya berdewam bo xelkê Sûriyê. Ez nizanim konferanseke din dê hebe yan na, lêbelê eva ku ez dikarim bi piştrastî ve ji te re bibêjim programên me dê berdewam bin ji bo piştevanîkirina hemû Sûriyeyiyan çi ji derveyî Sûriyê be yan jî nava Sûriyê û hemû navçeyê jî. Ji bo me ev yek gelek giring e bo piştevanîkirina Sûriyeyiyan. Ji bo navçeyên di bin kontrola rejîmê, bakur rojava, bakurê rojhilatê Sûriyê û Sûriyeyên ku li diyasporayê ne jî. Ji bo me gelekî giring e Sûriyeke yekgirtî hebe, ku Sûriyan pêşeroja xwe hebe û bixwazin biçin welatên xwe, ne ku bicih bihêlin. Lêbelê mixabin hê jî em negihîştine ewê armancê.”

Yekîtiya Ewropayê bi rêya 7emîn Konferansa Brukselê, mebesta sereke alîkarîkirina xelkê sivîl ê Sûriyê ye û bi rêya projeyên xêrxwaziy bigihînin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst