Josep Borrell: Yekîtiya Ewropayê bi rejîma Esed re têkiliyên dîplomatîk dest pê nake

16-06-2023
Zinar Şîno
Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell
Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell Sûriye Konferansa Brukselê
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) – Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di heftemîn Konferansa Brukselê ya ji bo paşeroja Sûriyê de got, Yekîtiya Ewropayê peywendiyên dîplomatîk bi Sûriyê re baş nake û cezayan jî li ser Şamê ranake. Borell eşkere kir ku siyaseta Ewropayê li hemberî Sûriyê nehatiye guhertin û ew dê beşdarî ji nû ve avakirina Sûriyê nebin, heta ku veguhestina siyasî çênebe û pewendiyên xwe bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re dest pê nakin.

Heftemîn Konferansa Brukselê ya ji bo paşeroja Sûriyê di her du rojên 14 û 15ê Hezîranê de birêve çû, di civîna duh de wezîr û nûnerên 27 welatan û 30 saziyên navdewletî beşdar bûn.

Ev heftemîn car e ku Berpirsê dosyeyên dîplomasî û ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê wan aliyan ji bo gotûbêjkirina rewşa li Sûriyê vedixwîne Brukselê.

Di civînê de Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got, Yekîtiya Ewropayê peywendiyên dîplomatîk bi Sûriyê re baş nake û cezayan jî li ser Şamê ranake.

Josep Borrell di heman demê de tekezî li ser wê yekê kir, ku Yekîtiya Ewropayê dê li ser şandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê berdewam be û Yekîtiya Ewropayê wek mezintirîn aliyê ku alîkariyan pêşkêşî xelkê Sûriyê dike, da nasandin.

Borrell destnîşan kir, Konferansa Brukselê aliyê wê yê siyasî jî heye û da xuyakirin, helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li hember desthilatdarên Şamê neguheriye û got, ew peywendiyên xwe bi rêveberiya Sûriyê re asayî nakin.

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê got: “Siyaseta Ewropayê ya derbarê Sûriyeyê de neguheriye. Em dê têkiliyên dîplomatîk ên tevahî bi rejîma Esed re venegerînin û dest bi jinûveavakirinê nekin heta ku guhertineke siyasî ya rastîn a berfireh pêk neyê, ku heta niha pêk nehatiye jî. Em dê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî tevbigerin. Heya ku pêşketin çênebe, ku di vê demê de ti pêşketin çênebûye, em dê cezayên li ser rejîmê bidomînin.”

Nûnerê Iraqê di konferansê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên e ku ji Rûdawê re behsa çareseriya rewşa Sûriyê û helwestên welatên Ewropayê kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ragihand, mijara koçberên Sûriyê ji bo gelek welatan bûye pirsgirêkek mezin, divê krîza Sûriyê bê çareserkirin.

Fuad Hisên got: “Beşek ji helwestên welatên Ewropî ji ber axaftinên wan ên berê ne, bûne êxsîrê gotinên xwe, çimku hin serkirdeyên wan welatan gelek caran gotine ku divê hikûmeta Sûriyê nemîne û rejîma Sûriyê nemîne, û divê bên dadgehkirin. Niha ew bixwe rastî pirsgirêkan hatine û pirsgirêka wan ev e ku nizanin bi çi awayî serederiyê ligel rewşa Sûriyê bikin. Ev rewşa Sûriyê berdewam be, ji bo wan jî xirab e. Meseleya penaberan ji bo wan welatan bûye pirsgirêk, ji ber ku bi berdewamî penaber her tên.”

Tê çaverêkirin, sozên alîkariyên darayî yên di konferansa îsal de ji sala bihorî ku 7 milyar Euro bû, kêmtir be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst