Çekdaran li Efrînê îşkence li pîremêrekî Kurd ê 65 salî kirin

13-06-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Raco Pîremêrê Kurd Kemal Hesen Menan Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahyeya Raco ya herêma Efrînê, çekdarên Opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li pîremêrekî Kurd dane û ew bi giranî birîndar kirine.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand, grûpek ji çekdarên Feyleq el-Şam roja Yekşemê 11ê Hezîranê li gundê Şêx Mihemed ê nahyeya Raco ya Efrînê li pîremêrê Kurd Kemal Hesen Menan ê 65 salî dane û ew bi giranî birîndar kirine.

Mistefa Şêxo da zanîn, derdora demjimêrê 11ê şeva Yekşemê dema ku welatiyê navborî pasevanî li genimê xwe dikir, hejmarek çekdarên Feyleq el-Şam çûna nav zeviya wî û bi qundaxa Klaşnîkovê û bistên hesin li serî û pişta wî dane û ew bi giranê birîndar kirine.

Şêxo diyar kir, piştî çekdaran texmîn kirine ku pîremêrê Kurd miriye, ew li şûn xwe hiştine û ew pîremêr heta serê sibehê bi birîndarî li erdê maye.

Bi gotina Mistefa Şêxo, piştî ku gundiyên wî hatine û lê geriyane ew bi birîndarî dîtine û ji bo navendeke tendirustiyê veguhestine.

Çalakvanê Efrînê her wiha diyar kir ku ew welatiyê Kurd di dema êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, sala 2018an birîndar bûbû û heta niha jî birîna wî baş nebûye û bi gopal dimeşe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst