5 rojan winda ma: Kûçikan ew xwariye

24-01-2025
Nîşan Romanya Adriana Neagoe Kûçik Xwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nîvê laşê Adriana Neagoeya 34 salî ji aliyê kûçikên wê ve hat xwarin.

Vê bûyera trajîk li bajarê Targu Jiuyê yê Romanyayê rû da.

Adriana Neagoe 5 rojan winda ma û haya kesî jê çênebû.

Piştî ku malbata Adrianayê xeber da, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn mala wê.

Polîs ketin jûra wê lê rastî termê wê û du kûçikên wê yên ji cinsê “pug” hatin.

Lê tiştê ecêb ew bû ku kûçikan nîvê laşê wê xwaribû.

Rayedaran ragihand ku di lêkolîna destpêkê de li ser cesedê wê ti nîşanên tundiyê nehatine dîtin.

Ji bo ku sedema mirinê bi zelalî were diyarkirin li Enstîtuya Tiba Dadî ya Gorjê kar û barên otopsiyê tên kirin.

Polîsan diyar kir ku lêpirsîn berdewam dike.

Xebatkarên şaredariyê jî her du seyên Adrianayê birin sitargehê.

Adriana Neagoe û seyên wê / Wêne: Torên Civakî
Adriana Neagoe û seyên wê / Wêne: Torên Civakî

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst