Kîjan kûçik çiqasî dijî: Yên ku pozê wan dirêj in bi şans in

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kûçik Temen Poz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînên ku li Brîtanyayê hatin kirin û di kovara Scientific Reportsê de hatin weşandin, kûçikên pozê wan dirêj û biçûk zêdetir dijîn.

Herwiha kûçikên ku nijadê ê wan resen ji yên melez ango têkelî nijadê din bûne dirêjtir dijîn.

Lêkolînerên Brîtanî ji bo dirêjahiya temenê kûçikan hesab bikin, li ser regez, pîvanên laş û zayindeya 584 hezar û 734 kûçikan lêkolîn kir.

Encamên lêkolînê di kovara Scientific Reportsê de hatin weşandin.

Li gorî lêkolînê, hat tesbîtkirin ku di navbera temenê navînî yê kûçikan û dirêjiya pozê wan, mezinahiya laş û zayenda wan de têkiliyek heye.

Herwiha hat tespîtkirin ku kûçikên melez ne saxlemtir in û li gorî kûçikên ku nijada wan hatine parastin û têkel nebûne kêmtir dijîn.

Encamên lêkolînê nîşan didin ku temenê kûçikên pozdirêj ji kûçikên poz kurt dirêjtir e û temenê kûçikên mê jî ji nêr dirêjtir e.

Herwiha hat zanîn ku kûçikên biçûk jî ji kûçikên mezin dirêjtir dijîn.

Lekoleran diyar kir ku temenê navînî yê kûçikên pozê wan dirêj ên herî populer “labrador retriever” û “border collie” ji 13 salan zêdetir e.

Li gorî lêkolînê cureyên Shiba Inu, papillion û tajiyên Îtalî bi qasî 14 salan dijîn û ew cureyên herî temendirêj in.

Herwiha kûçikên mastif ên pozên wan biçûk jî kêm zêde 9 salan dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst