Neteweyên Yekbûyî: Bila hikûmeta Herêma Kurdistanê zû ava bibe

17 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Farhan Haq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Farhan Haq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî António Guterres Farhan Haq Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

New York (Rûdaw) - Farhan Haq da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres dixwaze hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema herî nêzîk de were avakirin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsa Nûçegahinê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bersivand.

“Hilbijartin bi awayekî aram û aştiyane hatiye kirin”

Farhan Haq da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres gotiye ku hilbijartin bi awayekî aram û ewle hatine kirin û got:

“Sekreterê Giştî ji bo ku hilbijartin bi awayekî aram û aştiyane hatiye kirin Herêma Kurdistanê ya Îraqê û gelê wê pîroz dike.

Sekreterê Giştî ji bo amadehî û encamdana hilbijartinan pesnê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dide.”

“Bila hikûmet di dema herî nêzîk de were avakirin”

Li gorî gotina Farhan Haq, António Guterres bi bîr aniye ku hemû alî li hêviya encamên dawiyê ne û gotiye:

“Sekreterê Giştî hemû lîderên siyasî û pêkhateyên civakê teşwîq dike ku vê rewşa aram biparêzin, hemû aliyên siyasî teşwîq dike ku nakokiyên heyî bi rêya kanalên yasayî çareser bikin û pêvajoya hilbijartinê temam bikin.

Bila pêvajoya hilbijartinê jî bi avakirina hikûmeteke berfireh û lixwegir temam bibe û hikûmet di dema herî nêzîk de were avakirin.”

Farhan Haq her wiha da zanîn ku António Guterres piştgiriyê dide hewlên Îraqê yên ji bo xurtkirina demokrasiyê.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn hatin kirin û hejmara kursiyên partiyan bi vî rengî ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Helwest: 4 kursî

Komel: 3 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Goran: Kursiyek

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek

Divê were gotin ku Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî pêk tê û 5 kursiyên mayî kota ne û ji pêkhateyan re hatine veqetandin.

Dadgeha Federal a Îraqê 21ê Sibatê biyar da ku li Başûrê Kurdistanê 4 herêmên hilbijartinê hebin (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce).

Dadgeha Federal her wiha biryar da ku “kota” ne li gorî makezagonê ye û 11 kursiyên kotayan rakirin ku hejmara kursiyên li Parlamentoyê bû 100.

Konseya Darazê ya Bilind a Îraqê jî 21ê Gulanê biryar da ku ji 100 kursiyî 5 heb kota bin û ji Tirkmen, Xiristiyan û Ermeniyan re bên veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst