Amazon û xelkê wê yê resen di bin metirsiya jinavçûnê de ne

23-10-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Daristanên Amazonê Brezîlya Jinavçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku Jair Bolsonaro bûye Serokê Brezîlyayê, hewl dide projeyên aborî li Daristanên Amazonê cîbicîh bike. Vê yekê jî wiha kiriye ku roj bi roj hejmareke zêde ya darên daristanê bên jinavbirin. Tevî ku xelkê Amazonê yê resen dijî jinavbirina van daristanan in, lê nikarin rê li ber hikûmetê bigrin.

Piştî di 2019an de Jair Bolsonaro bû Serokê Brezîlyayê, wî yasayên parastina jîngehê sist kirin û rê da weberhêneran zeviyên Amazonê bo projeyên bazirganiyê bikar bînin, ku bû sedema birrîna hejmareke zêde ya daran.

Serokê Êla Karipuna ya Resen Andre Karipuna dibêje "Her sal ew tên. Her sal dema tên daran dibirin û dişewitînin. Roj dû rojê, sal dû salê rûberekî zêde jinav diçe û xweza wêran dibe."

Tevî ku Xelkê Amazonê yê resen dijî jinavbirina van daristanan in, lê nikarin rê li ber hikûmetê û projeyên wê bigrin ev yek jî hem li ser daristanê hem jî li ser jiyana wan metirsiyeke mezin çê dike.

Wanderley ku xelkê resen ê Amazonê ye, dibêje gefa kuştinê li wî hatibû kirin, dema nehiştibû çend kesên nêzîkê hikûmetê daran bibirin.

Nişteciyê Amazonê Wanderley da Cunha got " Wî li hevalê xwe nêrî, ku xwe wek rêveber dida nasandin, damançe derxist û ji min re got: Bi xweşî an bi ne xweşî be ji vir here, bi saxî yan mirî tu yê ji vir biçî? Eger tu bimrî, em ê te bavêjin nav avê û bila tîmsah te bixwin. An tu dikarî bi saxî ji vir derkevî. "

Daristanên Amazonê

Rûberê Amazonê yê giştî nêzîkî 7 milyon kîlometre çargoşe ye

5 milyon û 500 hezar km2 jê dar in.

Li ser 9 welat û 3,344 herêman tê dabeşkirin

Hejmara darên wê derdora 390 milyar dar in.

%60ê daristanên Amazonê li Brazîlyayê ne

%6ê oksijena cîhanê dide

Sala 2021an 23,383 km2 ji darên wê jinav çûn

Ji 1970an ve %20ê Amazona Brazîlyayê jinav çûye

Ji Çileya 2022an ve 3,988 km2 li Brazîlyayê jinav çûne

Ev rûber %10.6 zêdetir e li gor heman dema 2021an.

Gera yekem a hilbijartinên serokatiya Brazîlyayê 2ê Cotmehê hat kirin, Bolsonaro ji sedî 43.2ê dengan bidest xistin, li hemberî wî Lula da Silva ji sedî 48.4 bidest xistin. Biryar e 30ê mehê gera dawî ya hilbijartinan bê kirin, li gor encamên destpêkê derfeta Bolsonaro li hemberî hevrikê wî bo serokatiyê, kêmtir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst