Di qezayê de 30 kes mirin

Duh li 11:50
RÛDAW
Nîşan Brezîlya Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Brezîlyayê di qezaya trafîkê ya ku çend wesayît li hev qelibîn de li gor tesbîtên ewil 30 kes mirin.

Li gor daxuyaniya îtfaiyeya herêmê, li rêbeja BR-116 a li bajarpka Teofîlo Otoniyê ya li eyaleta Mînas Geraîsê qezaya trafîkê çêbû û gelek wesayît li hev qelibîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di qezayê de 30 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî otobûsa rêwiyan a ku lastîka wê teqiya li kamyona li pêş qelibî û qeza çêbû.

Bi tesîra qezayê agir bi otobûsê ket û piraniya kesên ku mirin şewitîne.

Serokê Brezîlyayê Luîz Inacio Lula da Silva li ser hesabê xwe yê medyaya civakî i sersaxî ji mlabatên kesên ku di qezayê de mirine xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst