VÎDEO - Telefona wê teqiya, agir pê ket

12-02-2025
Kêliya ku telefon diteqe / Wêne: Ji ber dîmenan
Kêliya ku telefon diteqe / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Brezîlya Telefon Teqîn Agir Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Goiasê yê Brezîlyayê telefona di berîka paş e jinekê de teqiya û agir bi wê jinê ket.

Li gorî medyaya Brezîlyayê, ev bûyer 8ê Kanûna Paşîn qewimiye û dîmen nû belav bûne.

Di dîmenan de xuya dibe ku jinek bi mêrê xwe re li supermarketê dimeşe û telefona di berîka wê ya paş de ji nişka ve diteqe û agir pê dikeve.

Hat diyarkirin ku jin ji ber şewata bi pileya yekem û duyem sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û li wir tedawî dibe.

Mêrê jina birîndar ji medyayê re got, wan telefon beriya niha bi salekê kiriye û ew dê mijarê bibin dadgehê.

Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de tê dîtin ku piştî teqînê agir bi wê jinê dikeve, jin bi tirs direve û mêrê wê hewl dide ku agir bitemirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst