Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser êrişa li Hewlêrê çi got?

23-01-2024
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Wezîrên Karên Derve Bruksel Civîn Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE), doh li Bruksela paytexta Belçîkayê civiya.

Wezîrên karên derve yên welatên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne beşdarî civînê bûn û mijarên wekî “şerê Rûsya û Ukraynayê” û “rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn” hatin nirxandin.

Hinekan ji wezîran pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno yên li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê û rewşa Rojhilata Navîn bersivandin.

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Swêd: Em ji ber êrişên li Hewlêrê nîgeran in

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom da zanîn ku wan fikarên xwe yên derbarê êrişa Îranê ya li Hewlêrê ji Balyozxaneya Îranê ya li Stockholmê re ragihandine.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno geşedanên Rojhilata Navîn û êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom pirsî.

Tobias Billstrom got, "Em rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi awayekî cidî werdigirin."

Herwiha Billstrom li ser êrişa Hewlêrê jî wiha anî ziman, “Me ji karbirêkerê balyozxaneya Îranê ya Stockholmê re got ku em ji ber êrişên li Hewlêrê nîgeran in.”

Holenda: Me êriş şermezar kir

Wezîra Karên Derve ya Holendayê Hanke Bruins Slotê da zanîn ku Holenda li ser êrişa li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re axiviye û got:

“Me êriş şermezar kir. Kuştina zarokeke 11 mehî ya Holendî ji bo me tiştekî tirsnak bû. Me li ser êrişên agahiyên zêdetir xwestin.”

Hanke Bruins Slotê herwiha da zanîn ku pêwendiya wan bi malbata Pêşrew Dizeyî re heye.

Hanke Bruins Slotê herwiha 19ê mehê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê anîbû zimên ku kuştina zarokeke 11 mehî tiştekî xemnak e.

Urdin: Divê rêz li serweriya Îraqê were girtin

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî li ser êrişa Îranê ji Rûdawê re wiha axivî:

“Li hemû herêmê alozî hene. Em dixwazin em bi hev re bixebitin da ku  pirsgirêk li gorî ewlehî, aştî û rêzgirtina li serweriya hemû welatan werin çareserkirin.”

Eymen Sefedî herwiha diyar kir ku ew dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bibe û ji bo vê bi wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê re diaxivin.

Eymen Sefedî ragihand ku rêya xelasbûna şerê Îsraîl û Filistînê avakirina du dewletên cuda ye.

Lîtvanya: Divê sizayên li ser Îranê werin zêdekirin

Wezîrê Karên Derve yê Lîtvanyayê Gabrielius Landsbergis ji Zinar Şîno re da zanîn ku dronên Îranê li hemberî sivîlên Ukraynayê tên bikaranînin û berdewam kir:

“Haya me jê heye ku Îran li Rûsya û Belarûsê kargehan ji bo hilberîna dronan ava dike. Ev dron ne tenê li Rojhilata Navîn, belkî li herêma me jî tên bikaranîn.

Nabe ew kelûpelên ku di çêkirina dronan de tên bikaranîn ji axa Îranê derkevin û bikevin axa wê.

Ji roja ewil ve helwesta me ev e. Eger guherînekê jî rû da divê sizayên li ser Îranê werin zêdekirin.”

Almanya: Divê em êrişên Hûsiyan rawestînin

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji Zinar Şîno re li ser êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor axivî û wê got:

“Divê em xema ewlehiya Deryaya Sor bixwin, li Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê îradeyeke me ya hevpar heye. Divê em êrişên Hûsiyan rawestînin.

Hûsî li Yemenê rojane jixweremere êrişî keştiyên li Deryaya Sor dikin. Bi vê yekê jî êrişî reheke azad û hatûçûya deryayî û bazirganiya cîhanî dikin.

Ji ber vê jî lazim e em bi vê mebestê biryarê li ser operasyoneke hevpar a Yekîtiya Ewropayê bidin.”

Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 13ê vê mehê ragihandibû ku wan dîsa êrişî Hûsiyan kiriye.

Beriya wê bi rojekê jî artêşa Amerîkayê bi hevkariya çend welatên din Hûsî bombebaran kiribûn.

Hûsî piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê gelek caran li Deryaya Sor wekî “tolhildaneke Xezeyê” keştiyên bazirganiyê dikin hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst