Galeriya wêneyan

08-06-2023
33 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja duyemîn a Pêşangeha Teknolojiyê ya Hewlerê ya Navneteweyî (HITEX23) de ku li Salona Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê tê lidarxistin, gelek hezkiriyên teknolojiyê çûn serdana standan.

HITEX 2023 platformeke kombûnê ye ji bo baştirîn karsazên teknolojiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, û her weha derfetek e ji bo fêrbûna nûtirîn nûjeniyên teknolojîk ji bo kesên ku pêşkeftina teknolojiyê dişopînin.

Di pêşangeha îsal de ku çaremîn car e li Hewlêrê tê lidarxistin, YouTuber û lîstikvanê Kurd ên lîstikên elektronîk jî beşdarî bûne. Di vê navberê de, şeş çalakiyên cûda yên kompaniyan hatin lidarxistin.

Mihemed Omêd ku gelek ji lîstikên elektronîk hez dike, serdana pêşangehê kiriye û ji Rûdawê re got: “Ev cara yekem e ku ez têm vê pêşangehê û fikra min guhert. Çimku heta niha min tenê bala xwe dida lîstikên vîdyoyê, lê ez dê niha wiya nekim. Ji bo paşeroja xwe ez dê hewl bidim ku hînî nivîsandina bernameyên elektronîk bibim û ji perspektîfek zanistî li teknolojiyê binêrim. Bi wateyeke din ez dixwazin ji bikarhêner ve bibim afirînerê sepanekê yan bernameyekê ku ji bo paşeroja min sûda wê hebe û ez dê pişta xwe girêdim şiyayên xwe.”

Duh di pêşangehê de du panelên girîng hatin lidarxistin. Yekemîn panel a enerjî û nûkirinê ji aliyê pispor û aborînasan ve hat lidarxistin.

Pêşangeh dê 4 rojan bidome û Tora Medyayî ya Rûdawê di warê medyayê de sponsoriya pêşangehê dike.