Galeriya wêneyan

07-06-2023
28 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Teknolojiyê ya HITEX duh Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat vekirin.

Di pêşangehê de ku dê 4 rojan bidome, nûtirîn îcad û berhemên teknolojîk hatine pêşandan.

Di pêşangeha îsal de 121 kompanya ji 20 welatên cîhanê ve beşdar bûne. Herwiha di pêşangehê de dê heft panel bên lidarxistin ku panelîstên ji 7 welatan têde beşdar dibin.

Jibilî nîşandana berhemên teknolojîk, di Pêşangeha HITEX a Hewlêrê de dê konferans jî bê lidarxistin û dê stêrkên paşerojê û goşeya bibandor bên nasandin.

Tê texmînkirin bi hezaran kes serdana pêşangeha HITEX a Hewlêrê bikin. Amadekarên pêşangehê jî dibêjin, îsal 10 hezar kesan navên xwe tomar kirine daku di pêşangehê de amade bibin.