Neteweyên Yekbûyî: 2023yan jî aştî nehat Sûriyeyê

22-12-2023
Sinan Tunçdemir
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, roja pêncşemê civîna xwe ya dawî ya 2023yan ya ser Sûriyeyê li bajarê New York pek anî.

Di civînê de him endamên Encûmena Asayîşê û him jî şandeya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyeyê qebul kirin ku di sala 2023yan de jî li Sûriyeyê aştî nehate avakirin.

Aktorên Sûriyeyê ji peymanan dûr ketine

Şandeyê taybet ê Neteweyên Yukbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civînê de amaje bi vê yekê kir ku aktorên Sûriyeyê him li gor yasayên navneteweyî û him jî li gor hevdîtînên wî yên bi wan re ku çend meh berê pêk hatibûn tevger nakin.

Peterson berdewamî got ku wî bixwe çend meh berê bi welatên Erebî, Ewropî, Amerîka, Tirkiye û Japonyayê re hin hevdîtin kiribû û hemûyan jî ji bo çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê qebûl kiribûn lê wisa xuya dike ku ew ji wan peymanan dûr ketine.

Erişên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin

Herwiha Pedersen rapora xwe ya mehane jî bi endamên Encûmena Asayîşê re parve kir û got ku di aliyekî de Îsrail, rejîma Sûriyeyê û di aliyên de jî rejîm Îdlibê bomebaran dike.

Di heman demê de Tirkiyeyê jî bi dronan êrişê Rojavaya Kurdistanê dike.

Pedersen got:

“Êrişên dronî yên Tirkiyeyê didomin. Ji aliyê din ve di navbera Tirkiye û grubên opozîsyonê yên çektar de topbaran kirinên giran berdewam dikin û di aliyê din de jî Hêzên Sûriyaya Demokratîk heye.

Hin eşîretên Ereban li Dêrezorê êrişê HSD dikin û niha di rapora de tê dîtin ku rejîma Sûriyeyê jî HSDyê bomebaran dike. Di vê navberê de DAIŞ jî çalakîyên xwe didomîne.”

Tirkeyê bi awayekî îlegal li Sûriyeyê cih digire

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Al-Hakam Dandi jî di cîvînê de got ku Tirkiye bi awayekî îlegal ango ne yasayî li Sûriyeyê cih digire û piştgiriyê dide grubên terorîst.

Al-Hakam Dandi got:

“Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî ne yasayî li Sûriyeyê hebûna xwe didomînin û Tirkiye li bakurê rojawaya Sûriyeyê alîkariyên lojîstîk, leşkerî û aborî dide grubên terorîst ên ku ji aliyê Encûmena Asayîşê ve wek grubên terorsît tên dîtin.’’

Êrişên ser baregehên Amerîkayê zêde bûne

Di cîvînê de nûnerê Amerîkayê yê NY Robert Wood jî got ku li Sûriye û Îraqê hin grubên çekdar ên ku Îran piştgirî dide wan êrişên xwe yên li ser baregehên Amerîkayê zêde kirine.

Lê ew mafên xwe yên xwe parastinê bêgûman bikaranîne û bersiva wan êrişan dane.

Divê di 2024an de zêdetir li ser pirsigirêkên Sûriyeyê bisekinin

Di civînê de endamên Encûmena Asayîşê amaje bi vê yeke kirin ku 8 sal berê pêşnûmeya ku ji alîyê wan ve ku hatibû pejirandin a ji bo çareseriyên politîk ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê hin jî nayê bikaranîn.

Encûmena Asayîşê herwiha destnîşan kir ku di heman demê de sala 2023yan jî aştî li Sûriyeyê nehate avakirin û divê di sala 2024an de zêdetir li ser pirsgirêkên Sûriyeyê bisekinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst