Guherîna keşûhewayê sedema sereke ya şewitîna daristanan e

22-07-2023
RÛDAW
Guherîna keşûhewayê sedema sereke ya agirê daristanan e
Guherîna keşûhewayê sedema sereke ya agirê daristanan e
Nîşan Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Alpe d'Huez, navçeya Çiyayî ya Fransayê ku bi Kaşûnê navdar e, bo cara yekem pileya germê gehişte 29.5 pile. Li Pekîna paytexta Çînê, cara yekem e di nav 27 rojan de pileya germê ji 35 pileyî nizimtir nabe û li navçeya Sanbawî ya wî welatî pileya germê gehişte 52,2 pile. Li Sicily a Îtalya tê çaverêkirin pileya germê rekora bilindtirîn pileya germê di dîroka Ewropayê de bişkîne û bigihe jorî 49 pile. Ev ji derveyî wê yekê ku li Ewropa li çend beşekî Îspanya, Krwatya, Bosna û Îtalyayê jî hişyariya metirsiya zêdebûna germê hatiye dayîn. Ev jî “Newala Mirinê” ye li wîlayeta Kaliforniya ya Amerîkayê, bi 56 pile rekora germtirîn cih li cîhanê di nav 100 salên derbasbûyî de şikand.

Ev rekorên bilindtirîn pileya germê ne di 150 salan de, ji dema mirovan dest bi pîvana pileya germê kirine û heta niha.

Wek beşek ji bandorên guherîna keşûhewayê û germbûna goka erdê ku bi dehan sal e pispor di wê derbarê de hişyariyan didin.

Pisporê Germaya Zêde li Neteweyên Yekbûyî John Nairn got, “Ev bûyerên han dê bi awayekî dijwar berdewam in û cîhan divê xwe bo pêleke germê ya bihêztir amade bike. LNinosh çaverê dike pêla germê dijwartir bibe. Lewra em di rewşeke xirap de ne û ez ditirsim.”

Gelek neçû, germa bû sedema karesatan. Li navçeya Mandirayê ya Yunanistanê xelk ji ber agir direve ku di 17ê Temûzê de li başûrê rojhilatê wî welatî destpê kiriye.

Di nava 3ê rojan de 350 kîlometre dûca daristan li Yunanistanê şewitîn.

Berdevkê Fermangeha Agirvemirandinê ya Yunanistanê Ioannis Artopoios li ser rewşa hewayê got, “Welatê me bo Mekanîzmaya Berevaniya Şaristaniyê daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewropa kiriye. Daku sê grupên agirvemirandinê ligel otomobîlan ji me re bişînin. Rewş giran e; Hemû tîmên Berevaniya Şaristaniyê yên welat karekî zêde dikin daku bikaribin agir kontrol bikin.”

Li giravên Canarya yên Spanyayê jî bilindbûna pileya germê ya zêde, hişkbûna hewayê û bayê bihêz sedema herî mezin a pêketina vî agirî ne. 46 kîlometre dûca daristan şewitiye û 4 hezar û 225 welatiyan malên xwe bi cîh hiştine.

Li herêma British Columbiayê ya Kanadayê agir heta niha 100 hezar kilometre dûca daristan şewitandiye û wek mezintirîn şagirê di dîroka Kanadayê tê dîtin û bi qasî 8 qatê daristanên di salên derbasbûyî de şewitî ne.

Niha li nav vê daristanê 880 bûyerên agir pêketine çêbûne ku 579ê wan ji kontrolê derketine û heta niha 120 hezar kesan malên xwe bicîh hiştine.

Zerar û ziyanên agir li Kanadayê ne tenê ji navçûna daristanê ye, dûmana wê kalîteya hewaya zêdeyî 120 milyon Amerîkî gihandiye asteke metirsîdar.

Geştyar Sally Hudson anî ziman, “Bitirs e. Li gor min keşûhewa germtir û zuhatir bûye û rewş gelekî metirsîdar e.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 19 agir li vir û 7 parêzgehên din ên Tirkiyê pêketine ku di encam de zêdeyî 7.3 kîlometre dûca daristan û zevî şewitîne.

Ev jî pêketina agir e li gundekî parêzgeha Humisê ya Sûriye. Medya fermi ya wî welatî ragihandiye ku sedema pêketina agir, bilindbûna pileya germê ya 6 pile li jor asta salane ya vê demê de bûye û agir bandor li çendîn gundan kiriye.

Endamê tîma vemirandina agir Mohammad Khoder got, “Ferqeke mezin di navbera germa niha û ya 20 salên derbasbûyî de heye. Wek hûn dibînin, taveke dijwar heye û keskahiyê hişk dike, ji ber wê paşmayê cigareyekê dikare bi asanî agir bi vî pûşî bixe ku bi xwe zêde germ bûye.”

Ev germa sosret a ku cîhan hemû girtiye, sedema zêdebûna rêjeya gazên gemker ên wek karbondîoksîd, mîsan û naytradoksîd e.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, pileya germa goka erdê 1.2 pile ji pileya berî şoreşa pîşesaziyê bilindtir bûye û divê ew nehêlin ew bilindbûn 1.5 pileyî derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst