3 kes ji ber 'şewitandina daristanê' hatin girtin

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hatay Antakya Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Hatayê 4 kes bi gumana "şewitandina daristanê" hatibûn desteserkirin, 3 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Duh li navçeya Antakyayê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi daristanê ketibû.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatibû vemirandin û hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dabû destpêkirin.

Piştre 4 kesên gumanbar bi îdiaya "şewitandina daristanê" hatibûn destserkirin.

Îro her çar gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê birin dadgehê û 3 ji wan bi tohmeta şewitandina daristanê hatin girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst