Agirê ku bi daristana Çanakkaleyê ketibû hat vemirandin

24-08-2023
Nîşan Çanakkale Daristan Şewata Daristanan Vemirandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand ku agirê li daristanên Çanakkaleyê hatiye vemirandin.

Roja 22yê Tebaxê derdora demjimêr 11:40î li herêma Damyeriyê ya Çanakkaleyê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan dest bir xebatên vemirandina agir kir.

Şewatê 3 rojan ajot

Hezar 697 personel, 8 balafir, 26 helîkopter, 240 otomobîlên agirvemirandinê, 71 tankerên avê û 173 makîneyên kar beşdarî xebatan bûn.

Di encama van xebatan de agir, di roja sisêyan de hat vemirandin.

9 gund hatibûn valakirin

Ji ber agir 9 gund hatibûn valakirin û 48 kes jî ji ber bandora dûmanê rakiribûn nexweşxaneyê.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahim Yumakli îro ragihand ku agirê li daristana Çanakkaleyê hatiye vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst