HRW: Divê demildest hersê şaredar vegerin ser kar

20-08-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê HDP HRW Amed Qeyûm Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina mafên mirova ya navdewletî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser biryara dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdin û Wanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ragihand ku mafê dengdan û hilbijartinê têne binpêkirin û li hersê metropolên Bakurê Kurdistanê demokrasiya xwecihî hatiye ragirtin. HRW herwiha dibêje divê demildest hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bo erka xwe ya şaredariyê bêne vegerandin.

 

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê tayînkirina qeyûman bo şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê de daxuyaniyek belav kir û têde rexne li demokrasiya Tirkiyê girt.

 

Berpirsê Asya Navîn û Ewropayê li Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Direktörü Hugh Williamson diyar dike ku dûrxistina şaredarên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin tê wateya binpêkirina mafê dengdan û hilbijartinê û ragirtina demokrasiya xwecihî.

 

Hugh Williamson ragihand ku divê demildest hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bo erka xwe ya şaredariyê bêne vegerandin û wiha pê de çû: “Hikûmeta Serokomar Erdogan, bi dûrxistina hersê şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li şûna wan, hilbijartina 31ê Adarê bi awayekî rasteqîne hilweşandiye.”

 

Williamson herwiha dibêje ku bêparkirina bajarên Kurdan ji nûnerên hilbijartine, ji bo herkesê ku baweriya xwe pê hiqûq û mafê mirovan tîne metirsî ye.

 

Duh bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.

 

Ew yek di demekê de ye, ku serokên wan şaredariyan di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dengê gel hatibûn hilbijartin.

 

Di hilbijartinan de, Selçûk Mizraklî bo serokatiya şaredariya Amedê, Ahmet Turk ji bo serokatiya şaredariya Mêrdînê û Bedia Ozgokçe Ertan jî ji bo serokatiya şaredariya Wanê hatibûn hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst