Erdogan li Amedê bû - Çavê Kurd û Tirkan jî îro li Amedê bû

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Recep Tayyîp Erdogan û beşdarê kongreya AK Partiyê /Wêne: Rûdaw
Recep Tayyîp Erdogan û beşdarê kongreya AK Partiyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Amed PKK Kurd Tirk AK Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê tevli kongreya AK Partiyê ya bajêr bû û gotarek pêşkêş kir.

Di axaftina Erdogan de tu surprîzek çênebû û gotinên xwe yên berê dubare kir.

Erdogan ji PKKyê xwest ku bê şert û merc çekên xwe deyne.

Amadekariyên 8emîn Kongreya Ak Partiyê ya Amedê ji serê sibehê de temam bûn.

Ne tenê çavên endamên AK Partiya Amedê, çavên Kurd û Tirkan jî îro li kongreya Amedê bû.

Ji ber ku Serokomarê Tirkiyeyê ku di heman demê de Serokê Giştî yê AK Partiyê ye, Recep Tayyîp Erdogan tevlî vê kongreye bû û gotarek pêşkêşkir.

Di demeke ku pêvajoya aştiyê tê axaftin de hatina Erdogan a Amedê, bendewariyan zêde dike.

Erdogan piştî silavdayînê derkete ser dikê û ji Amedê daxwaza xwe ya çekdanînê dubare kir.

"Divê çekên xwe bê şert û merc radest bike"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Di siyaseta me ya navxweyî de û li herêma me hin guherînên hesas çêbûn.

Ji bo ku em belaya terorê heta heta ji holê rakin, li pêşiya welatê me şibakeyeke nû ya fersendê vebûye Ez rast nabînim ku em vê firsendê ji dest bidin.

Di demên dawiyê de, tekane armanceke van xebatan heye; divê rêxistina terorê xwe fesih bike, çekên xwe jî bê şert û merc radest bike."

Omer Îler ku beriya çend rojan jî li mizgefteke Amedê meletî dikir êdî serokê nû yê AK Partiyê yê bajarê Amedê ye.

Li gorî gotina Îler, Erdogan ji Amedê peyameke zelal a aştiyane daye.

"Kurmanc û Tirk bûne wekî neynûk û goşt"

Serokê Ak Partiya yê Bajarê Amedê Omer Îler wiha anî ziman, "Feraseta miletê Kurmanc û Tirk bi hezar salan bi hev re mest bûye, bûne wekî neynûk û goşt.

Bawer im û bi îzna Xweda jî înşela tu kes dê nikaribe zirarê bide vê biratiyê. Wê tu kes ji vê biratiyê re xelal neyne."

Kesên ku beşdarî kongreye bûn jî wisa bawer in ku encex Erdogan dikare pirsa kurd bi riyên aştiyane çareser bike.

Delegeyê Ak Partiyê Mehmet Bal diyar kir, "Ji bo lihevhatinê yê ku vî tiştî çêbike Erdogan e. Ew e wekî din kesek tune ye."

"Em aramiyê dixwazin"

Endama Ak Partiyê Yasemîn Ozmenê got, "Ez dixwazim hemû derê Tirkiyeyê piştî vê saetê keç û xortên me, zarokên me di nava aramiyê de bijîn. Em aramiyê dixwazin."

Beşdarî kongreya Ak Partiyê Firat Sumer ragihand, "Gerek em jî dest bidin destê wan.

Destê wî û destê Baxçelî. Em vê aştiyê di nava Tirkiyeyê de mezin bikin."

"Ber bi aştiyê ve diçe"

Beşdarî kongreya Ak Partiyê Mistefa Yenturk wiha anî ziman, "Ber bi aştiyê ve dere.

Înşela dê çareserî çêbibe. Wê tiştekî xweş çêbibe û moralê me jî xweş bibe."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî gotara xwe ya li Amedê derbasî bajarê Rihayê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst