Amerîkayê hişyarî da Îraqê

19-11-2024
Diyar Kurde
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Îraq Hişyarî Komên Çekdar
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Nabe Îraq rê bide ku axa wê ji bo êrişên terorê were bikaranîn.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Matthew Miller diyar kir ku Amerîka siyaseta xwe ya derve li gorî berjewendiyên xwe diyar dike û got:

“Em dê vê siyaseta xwe bidomînin lê ez naxwazim li ser îdareya pêşiya me (îdareya Trump) ti pêşbîniyan bikim.”

“Nabe ku Îraq rê bide êrişên terorê”

Diyar Kurde bi bîr anî ku komên çekdar ên li Îraqê êrişî Îsraîlê dikin û pirsî “Hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?”

Matthew Miller amaje pê kir ku pêwendiya wan bi Hikûmeta Îraqê re heye û li pey çû:

“Em li ser mê mijarê bi Hikûmeta Îraqê re axivîne.

Nabe ku Hikûmeta Îraqê rê bide axa wê ji bo êrişên terorîstî bê bikaranîn.

Ne di berjewendiya Îraqê de ye ku bikeve nav aloziyên herêmî.

Divê Îraq hemû tiştên pêwîst bike da ku rê li ber wan rêxistinên terorê û êrişan bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst