Pentagonê derbarê leşkerên dişînin Sûriye û Îraqê daxuyanî da Rûdawê

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Leşker Sûriye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hezar û 500 leşkerî dişînin Suriye û Îraqê li şûna leşkerên li wê derê ne.

Wezareta Parastinê ya Amerîka 1500 leşkerên xwe yên li eyaleta New Jerseyê ji bo bişîne Sûriye û Îraqê amade kirine.

Berpirsekî ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê wan leşkeran daxuyanî da Rûdawê.

Niha li Herêma Kurdistanê û Îraqê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî wek şêwirmend kar dikin û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşker hene.

Wî berpirsê Pentagonê got: "Hêzên Niştîmanî yên New Jerseyê xwe amade dikin ku bi hêzên niha li herêmê piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê dike biguherîne."

Wî berpirsî herwiha da zanîn ku  hêzên Amerîkî û hevpeymanî li ser daxwaza hikûmeta Îraqê ji bo şerê dijî DAIŞê li Îraqê li ser erka xwe ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst