Sûriyeyê li ser êrişên Amerîkayê daxuyanî da: Gelek leşker hatin kuştin

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Îraq Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê got, “Erişên Amerîkayê yên li ser sînorê Sûriye û Îraqê, şiyanên artêşa Sûriyeyê yên li hemberî terorê lawaz dikin.”

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê êrişên Amerîkayê yên li baregeh û navendên milîsên ser bi Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê got “Êrişên Amerîkayê yên îro danê sibê ti hincet nîne lê ew hewldanek e ji bo lawazkirina şiyana artêşa Sûriyeyê ya şerê li dijî terorê.”

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihandiye ku di êrişên Amerîkayê de gelek leşker û sivîl hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne û zirareke mezin dayê cihên sivîl.

Lê wezaretê ti hûrgilî derbarê hejmara kuştî û birîndaran de nedane.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wezaqretê tekez kir ku “hêzên Amerîkî li deverên Sûriyeyê nikare berdewam be û ew dê şerê terorê bikin û hemû navçeyên Sûriyeyê ji teror û dagirkeriyê rizgar bikin.”

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di wan êrişan de, herî kêm 18 çekdar hatine kuştin û gelek ji wan jî din jî birndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst