Fermandarekî Amerîkî: Ti kesî çaverê nedikir Efxanistan di 11 rojan de bikeve

19-08-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Efxanistan Mark Milley
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Bilind ê Hêzên Amerîkayê dibêje, kesekî çaverê nedikir Efxanistan di dema 11 rojan de bikeve.

Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê General Mark Milley di civîneke çapemeniyê de got, hemû kes di wê baweriyê de bûn ku şerê Efxanistanê çend hefte û mehek heta çend salan berdewam dike.

Ev axaftina fermandarê Amerîkî di demekê de ye, doh Çarşembê Serokê Berê yê Efxanistanê Eşref Xenî ku niha li Îmarat bicîh bûye, pişt çend roj ji reva ji welat bêdengiya xwe şikand û got, artêşa Efxanistanê neşikestiye, lê ew bi xwe di siyasetê de şikestine.

Eşref Xenî di daxuyaniyeke vîdeoyî de got: “Şikestin bo serkirdeyên Talîbanê bû, şikestin bo serkirdayetiya hikûmeta Efxanistanê û hevpeymanên navdewletî bû ku nikarîn di danûstandinan de bigihin encamekê”

Berî vê daxuyaniyê, Serokê Amerîkayê Joe Biden ketina Efxanistan xiste stoyê Eşref Xenî û got: “Çendîn car li Koşka Spî me bi zelalî ji Xenî re got ku gendeliyê nehêle, artêşa xwe bihêz bike û tenezûlê ligel Talîbanê bike lê di van hemûyan de şikest.”

Roja Yekşemê Talîbanê piştî pêşketineke bilez a çaverênekirî gehişte Kabula paytext û hikûmeta Efxanistanê da aliyekî, dawî li destkeftên 20 salên borî yên Amerîka û hêzên hevpeymanên wê anî ku 20 sal e bi şerê Qaîde û Talîbanê ve mijûl in.

Serokê Desteya Hêzên Hevbeş a Amerîkayê General Mark Milley got: “Derbarê dema ketina bilez (Efxanistanê) de ku bîr û baweriya giştî wiha bû ku çend hefte bo çend meh heta çend salan jî berdewam be piştî vekişîna me, ti kesekî çaverê nedikir ew artêş di dema 11 rojan de bikeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst