Amerîkayê hêzeke nû şand Rojavayê Kurdistanê

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê karwaneke hêza leşkerî û lojîstîk ku ji nêzîkî 40 wesayîtan pêk tê ji Iraqê şand baregeh û xalên leşkerî yên li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî karwana hêzên Amerîkî duh ji Deriyê Sînorî yê El-Welîd ê li ser sînorê Iraqê û Sûriyê derbasî Hesekê bû.

Karwana Amerîkî ku ji nêzîkî 40 wesayîtên zirxî, tankerên sotemeniyê û cebilxaneyan pêk dihat gihiştine baregeh û xalên leşkerî yên hêzên Amerîkî yê li Rimêlan, Şeddadî û Til Beyderê.

Hêzên Amerîkî li gelek baregeh û xalên leşkerî yên li Hesekê, Reqa û Dêre Zorê yên di bin kontrola HSDê de ne hebûna xwe berdewam dikin.

Washington bi berdewamî hêzê dişîne baregeh û xalên leşkerî yên li zeviyên petrolê yên ku di bin kontrola HSDê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst