Kesûkarên koçberên binavbûyî li benda xebereke xêrê ne

19-06-2023
RÛDAW
Kesûkarên koçberên binavbûyî li benda xebereke xêrê ne
Kesûkarên koçberên binavbûyî li benda xebereke xêrê ne
Nîşan Koçber Belem Yunanistan Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesûkarên koçberên wenda çûne Girava Kalamata ya Yunanistanê, dilê wan tejî girî ye, nizanin gelo keskûkarên wan sax in an xeniqîne.

Roja 10ê Hezîrana 2023yan serê sibê belemeke tejî koçber ku li gorî berpirsên Yunanistanê derdora 700 koçberan têde bûne, ji Lîbyayê derketiye û berê xwe daye Îtalya û roja 14ê vê mehê li nêzîkî Yunannistanê binav bûye.

Piştî belavbûna nûçeya binavbûna belemê kesûkarên wan dilgiran bûne û li benda zanyariyan li ser kesên ji herêma xwe ne û li pey biçûktirîn hêvî digerin.

Ji 700 heta 750 koçberên ku Çarşema borî belema wan li nêzîkê Girava Pilosê ya Yûnanê binav bûbû, tenê 104 ji wan hatine rizgarkirin, termên 78 kesan hatine dîtin, zêdeyî 500ên din jî wenda ne û metirsî heye bûbin xwarina masiyan.

11 Koçberên xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê jî ligel wan bûn, 5 ji wan rizgar bûne û 6ê din wenda ne.

Yek ji wan koçberan dîmen ji Kampa Kalamasay ji Rûdawê re şandine ku yên rizgarbûyî tê de hatine bicîhkirin, ji wî cihî çîroka wê trajediyê bo Rûdawê vedibêje ku xewna gehiştina wî bo jiyaneke xweştir ketiye bin pêlên deryayê.

Koçberê Xelkê Kobanî Elî Şêxê wiha behsa geliya binavbûna belemê dike: “Piştî belem binavbû em bi ser hev de ketin. Herkesê hewl dida xwe rizgar bike, min jî hewl da xwe rizgar bikim û nêzîkî 70 metreyan ez ji belemê dûr ketim. Bi me re êlek nebin û nedihiştin em bi xwe re jî bibin. Em zêdeyî saetekê di nav avê de man, paşê bi belemên biçûk em derxistin.”

Çarenivîsa koçberên ji Kobanî Welîd Mihemed Qasim, Mihemed Fewzî Şêxê, Diyar Mihemed, Ehmed Bozan, Mihemed Ferîd Ehmed û Kamîran Ehmed ne diyar e.

Kesûkarên wan jî nikarin biçin Yûnanê û li pey wan bigerin, ji dûr ve jî destê wan li ser dilê wan e, çaverê dikin telefonek an nameyek agirê dilê wan vemirîne, lê her diçe bihîstina nûçeyeke xweş zehmettir dibe. Bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê dikin.

Mîram Qasim dibêje, “Birayê min di dîroka 5-5-2023an de diçe Lubnanê, piştî Lubnanê diçe Lîbyayê û ew û her du xalên min diçin. Sibeha roja Înê 9-6-2023an ji me re telefon kir û got, em dê siwarê keştiyê bin û biçin Îtalyayê. Keştiya wan li nêzî Yûnanê binav dibe û rewşa wan heya niha ne diyar e. Em bi hêvî ne kesên têkildar û xêrxwaz bi rêya Rûdawê bi me re alîkar bin.”

Bozan Şikrî bavê Ehmed Bozan e û dibêje, kurê wî di wê keştiyê de bûye ku li nêzî Yûnanê binav bûye, lê ew heya niha tiştekî li ser kurê xwe nizane.

Li gor zanyariyên Rûdawê, nêzîka 140 koçberên xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di nav belema zingargirtî de bûn.

Beşekî wan çend sal dibin kar kirine pênc hezar dolar kom bikin û bidin qeçaxçiyan daku wan ji hejarî û şer rizgar bikin û wan bighînin Ewropayê cihê xewnên wan, lê bext xwedî li hemûyan derneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst