LÎBYA - Belema koçberan bin av bû: 61 koçber xeniqîn

17-12-2023
RÛDAW
Nîşan Lîbya Belem Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku tê texmînkirin ku zêdetirî 60 koçber li peravên Lîbyayê di belemeke binavbûyî de xeniqîne.

Li ser zarê kesên rizgarbûyî, ajansa Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê got belema ku 86 kes tê de bûn ji bajarê Zwarayê yê Lîbyayê bi rê ketiye.

Hate gotin ku pêlên bilind li belemê ketine û 61 koçber ku di nav de jin û zarok jî hene winda bûne û tê texmînkirin ku xeniqîne.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

IOMê got, “Li peravên Lîbyayê piştî binavbûna belemê ya trajîk ku tê de jin û zarok jî hene 61 koçber xeniqîn.

Li gorî kesên rizgar bûne, belema ku derdora 86 kes tê de bûn ji peravên bajarê Zwarayê yê Lîbyayê bi rê ketiye.

Navenda Deryaya Navîn bi berdewamî dibe yek ji rêyên koçberiyê yên herî xeternak ên cîhanê.”

Lîbya di nav xalên sereke yên çûna koçberan de ye ku hewl didin ji Derya Navîn derbasî Ewropayê bibin.

IOM texmîn dike ku tenê îsal zêdetirî 2 hezar û 200 kes di dema hewldana derbasbûnê de li di Deryay Navîn de xeniqîne.

Li gorî rêxistana Neteweyên Yekbûyî ku ji ajansa nûçeya a AFPyê re ragihandiye, piraniya qurbaniyên bûyera dawî ji Nîjerya, Gambiya û welatên din ên Afrîkayê ne.

Herwiha hat gotin ku 25 kesên ku vê bûyera trajîk sax mane ji bo navendeke desteserkirinê ya Lîbyayê hatine veguhestin û ji wan re piştgiriya pizîşkî tê dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst