Îtalyayê bangî Yekîtiya Ewropayê kir: Siyaseta xwe tundtir bike

18-09-2023
RÛDAW
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê
Nîşan Îtalya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara niştecihên Girava Lampedusayê ya Îtalyayê nêzîkî 6 hezar kesan e.

Hefteya borî tenê di 3 rojan de, 8 hezar û 500 koçberên neyasayî bi 199 beleman gihîştin giravê.

Navenda pêşwaziya koçberan, tenê ji bo 400 kesî hatiye çêkirin lê niha nêzîkî 4 hezar kes lê hatine bicihkirin.

Beşeke koçberan hewl didin di ser dîwarê wê navendê re birevin û polîs nikarin wan kontrol bikin.

Şêniyên Girava Lampedusayê ya Îtalyayê ya Deryaya Spî ji ber vê rewşê bêzar bûne.

“Koçberan rewşeke ne xweş durist kiriye”

Şêniyekî Girava Lampedusayê got, “Koçberên neyasayî rewşeke ne xweş durist kiriye. Dibe ku birûxînin.”

Piraniya koçberên Efrîqayî, bi sedema xirabiya rewşa ewlehî û aboriyê û ji bo gihîştina jiyaneke xweştir, ji Tûnisê bi rêya Deryaya Spî xwe digihînin Girava Lampedusayê.

Girava Lampedusayê xala herê nêzîk a Ewropayê ye ku 140 kîlometreyî dûrî peravên Tûnisê ye.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê rêkarên tund ên “neasayî” li dijî koçberên neyasayî dide ber xwe.

Yek ji wan rêkarên tund jî, duristkirina navendên girtina koçberan e.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê li ser bangî koçberan kir û got:

“Ez dixwazim peyameke zelal bigihînim wan hemû kesên ku dixwazin bi awayekî neyasayî bêne Îtalyayê.

Nabe ku hûn pişta xwe bi qaçaxçiyan ve girê bidin, ji ber ku gelek pereyan ji we dixwazin.

We dixin hinek beleman ku hinek caran bi kêrî wan geştan nayên.

Bi çi rêyê be jî eger hûn bi rêyeke neyasayî bêne Îtalyayê, êdî em we digirin û we vedigerînin.”

Giorgia Meloniyê herwiha diyar kir ku ji bo rêgiriya belemên koçberan, divê dorpêça deryayî ya li ser bakurê Efrîkayê bê pêkanîn.

Ji destpêka salê ve bêhtirî 127 hezar koçber gihîştine Lîbyayê

Li gorî rêkeftina tîrmeha îsal, Yekîtiya Ewropayê piştgiriya darayî dide Tûnisê û ew jî rêgiriya koçberan dike.

Meloniyê ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku zû pereyan bide Tûnisê ku bi qasî 700 mîlyon euro ne.

Ji destpêka îsal ve bêhtirî 127 hezar koçber gihîştine peravên Lîbyayê.

Li gorî Ajansa Koçberan a Neteweyên Yekbûyî bêhtirî 2 hezar koçberî li rêya di navbera bakurê Efrîka, Malta û Îtalyayê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst