Daxwazên Kurdên Azerbaycanê ji Nêçîrvan Barzanî hene

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Azerbaycan Serokê Komeleyên Kurdên Azerbaycanê Zabit Memedov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleyên Kurdên Azerbaycanê Zabit Memedov ragihand ku ew giringiyê didin serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û got ku ew dê daxwaza piştevaniya manewî ji wî bikin.

Biryar e sibe Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023yan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneka fermî biçe Azerbaycanê û bi serokê wî welatî Îlham Aliyev re bicive.

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî ji Bakûyê ragihand ku di medyaya Azerî de nûçe derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de hene, lê derbarê naveroka wê de ti zanyariyek nehatiye dayîn.

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bakuyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber ku ev dê bibe yekem serdana astbilind a Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê.

Li aliyê din Gurcistan û Ermenistanê li paytexta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê konsulxaneyên xwe û nûnertiyên xwe hene.

Roja 18ê Sibatê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiyabû. Aliyev ku di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî vexwendibû Bakuyê, gotibû ku ew ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê dixebitin.

Serokê Komeleyên Kurdên Azerbaycanê Zabit Memedov jî ji peyamnêrê Rûdawê re axivî û got: “Em wek Kurdên Azerbaycanê giringiyeke mezin didin serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Em kêfxweş in ku di navbera Azerbaycan û Kurdistanê de pêwendiyeke wiha hebe. Bi vî awayî pêşiya me vedibe. Em dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin û pêşxistina peywendiyên her du aliyan dê serdanên me zêdetir bike.”

Memedov diyar kir ku ew dixwazin bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin û got: “Hin daxwazên me dê hebin. Beriya her tiştî em dê bixwazin ku têkiliyên herdu dewletan û gelan ber bi pêş ve biçin. Em dê di warê ziman û çandê de jî hin daxwaza piştgiriyê bikin. Pirsgirêkên me yên manewî hene û ji bo ku ziman û çanda xwe zindî bihêlin dê hin pêşniyarên me hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst