Li Californiayê balafir ket: 2 kes mirin

17-06-2024
Nîşan California Balafir Kenîle Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Californiaya Başûr a Amerîkayê balafirek ket û 2 kesên tê de mirin.

Birêvebiriya Daîreya Hewavaniyê da zanîn ku balafir tevî çalakiyeke Roja Bavan bûbû.

Herwiha hat ragihandin ku cureyê balafirê Lockheed 12A ye û balafireke kevn e.

Li gorî agahiyan, piştî ketina balafirê agir pê ketiye û piştî ku agir hatiye vemirandin 2 term ji balafirê hatine derxistin.

Rayedaran li ser bûyerê dest bi lêpirsinê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst