Keçeke Kurd 50 roj in li Kanadayê winda ye

17-02-2025
RÛDAW
Nîşan Şîlan Perwêz Şabaziyan Kanada Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 50 rojan e li Kanadayê winda ye.

Xalê keçikê ji Rûdawê re got, "Ti agahiya rast li ser çarenivîsa wê nîne, ji bilî dîtina telefona wê li kêleka çemekî."

Keça Kurd a bi navê Şîlan Perwêz Şabaziyan ji Qirweya Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Windsorê yê Kanadayê dijiya.

Şîlan Perwêz Şabaziyan nêzîkî 50 rojan e winda ye. Mobîla wê li kêleka çemekî hatiye dîtin û polîs nabêje hatiye kuştin.

"Ti agahî li ser wê bi dest neketine"

Diyako Elî Tenayî, xalê Şîlanê ji Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re got:

"Nûçeyên cuda li ser çarenivîsa Şîlanê tên belavkirin lê ne rast in, ji ber ku polîsê Kanadayê nabêje hatiye kuştin û ti agahî li ser wê bi dest neketine."

Diyako Tenayî da zanîn telefoneke Şîlanê li kêleka çemekî ji aliyê kesekî ve hatiye dîtin û daye polîs û got, "Çem qeşa girtiye û lêgerîn di nav de zehmet e."

Li gorî gotina xalê wê, malbata wê gumanê ji kesî nake û gilî nekiriye.

Şîlan Şabaziyan 26 salî ye, dayika wê ji Merîwanê ye û bavê wê ji Qirweyê ye, li bajarê Wîndsorê yê Kanadayê li cihekî ciwankariyê kar dikir.

Çalakvanê mafên mirovan û rojnameger Renc Pişderî ji Rûdawê re got:

"Li gorî wan agahiyên ku bi dest wî ketine, Şîlan hatiye kuştin lê malbata wê vê yekê red dike."

Şîlan bazirgana elmasan bû?

Li torên civakî hatiye belavkirin ku Şîlan li gel çend kesan bazirganiya elmasê kiriye.

Lê belê Diyako Elî Tenayî vê yekê red dike û dibêje, "Rewşa aborî ya Şîlanê ti carî ew qasî baş nebû ku karibe wî karî bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst