Kanadayê 14 welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtin

08-07-2023
Nebîl Yûsif
Nîşan Kanada Rêveberiya Xweser Malbatên DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 14 malbatên çekdarên DAIŞê radestî şandeke Kanadayê kir.

Şandeke Wezareta Derve ya Kanadayê îro Şemiyê 8ê Temûza 2023an serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Şanda Wezareta Derve ya Kanadayê di serdanê de 14 welatiyên xwe yên ku ji 10 zarok û 4 jinan pêk dihatin, ji Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser wergirtin.

Ew 14 kesên ku radestî şanda Wezareta Derve ya Kanadayê hate kirin endamên malbatên DAIŞê yên li kampên Holê û Rojê yên li parêzgeha Hesekê bûn.

Niha 36 jin û 15 zarokên Kanadayî di kampên HSDê de hene, her wiha 4 çekdarên DAIŞê yên Kanadayî jî di Rêveberiya Xweser de girtî ne.

Rêveberiya Xweser di 3 salên borî de hezar zarok û 400 jin ji malbatên DAIŞê radestî şandên welatên wan kirine.

Li kampên Holê û Rojê, malbatên DAIŞê yên ji 55 welatan hene û zêdetirî 55 hezar kesan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst